Here naverokê

zarî kirin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
zarî kirin (gerguhêz)   
Rehê dema niha: zarî-k-
RP.
Niha
ez zarî dikim
tu zarî dikî
ew zarî dike
em, hûn, ew zarî dikin
Fermanî Yekjimar zarî bike
Pirjimar zarî bikin
Rehê dema borî: zarî-kir-
RP.
Boriya
sade
min zarî kir
te zarî kir
wê/wî zarî kir
me, we, wan zarî kir
Formên din: Tewîn:zarî kirin

zarî kirin gerguhêz (lêkera hevedudanî)

  1. Mîna kesekî axiftin yan kirin (bi taybetî bi qerfî / ji henek ve / ji yarî ve / ji tirrane ve).
    Hevmane: texlîd kirin, çav lê kirin, lasayî kirin
    • 2012, Mîran Janbar, Qolyeya Cécileê, çapa 1ê, Weşanxaneya Lîs, →ISBN, rûpel 74:
      Bi wî tirbûşonê devika şûşeyê derxistibû, qedera gulpek du gulpan xistibû qedehekê, şûşe danîbû kêlekê, rahiştibû qedehê û dirêjî Cécileê kiribû. Cécileê li Raymondê ku tê derxistibû zarî garsonekî dike nihêrîbû û bi bişirînekê qedeh ji destê wî girtibû.
    • 1997, Cemşîd Bender: Keça Kurd Zengê, Nûdem, r.88:
      Keçika dîndar ya mandolînvan, ew perçemîqa biçûk ya di destê xwe de ji bo Îsa lêdixe, kalemêrê li hemberî koroyê ku hêsirên çavên li pişt berçavkên qalind paqij dike, zarî tevgera laşê pêxemberekî ku li çarmîxê bi ezap li ba dibe, dike.
  2. ax û wax kirin
    • 1857, Mela Mûsayê Hekarî, amadekariya Hêmin Omer, Durrû’l Mecalîs, di 2022 de hate weşandin, rûpel 63:
      Her çend Xwace Cercîs lawahî û zarî kir, fayde neda.

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Ji zarî + kirin.

    Werger

    [biguhêre]