xezîne

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

navdêr,

xezîneyek

Wate[biguherîne]

  1. gencîne, kenz, defîne, komek zêrran yan tiştên din yên bihagiran
    • Xezîneyek zêrr û zîvan ya di bin axê ve veşartî hatiye dîtin.
  2. gencîne, defîne, her tişta/ê ku gelek tişt tê de hene
    • Ferheng xezîneyên peyvan in.
      Dapîra min xezîneya çîrrokan e.

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

Lew Melek hatin ji bo wî sacidîn
xezîne ew ji bo durra yetîm
Daniye pişta wî ew Nûra 'Ezîm
(Mewlûda Kurdî ~1470, Mela Hisênê Bateyî)

Ji[biguherîne]

ji erebî خزينة (xezînet), ew bi xwe ji zimanên îranî, bide ber sogdî ẍezn û farisî گنج (genc: xezîne) û گنجینه (gencînê: [[gencîne)), pehlewî genc, medî genze-. Heman peyv li aliyekî yekser ji zimanên îranî ketiye piraniya zimanên Rojhilata Navîn û li aliyê din jî bi forma erebîkirî li dinyayê belav bûye: ermenî գանձ (ganj), gurcî განძი (ganji), yûnaniya kevn γάζα (gáza), latînî gaza, aramî ܓܙܐ (gezza), îbrî גנז (gênz), erebî كنز (kenz), spanî alcancía, portugalî alcanzia, gurcî ხაზინ (xazin), ermeniya navîn խազնայ (xaznay) û խազինայ (xazinay), farisî خزینه (xezînê), tirkî hazîne, azerî xəzinə, tirkmenistanî hazyna, sirbo-xirwatî hȁzna / ха̏зна, rûsî казна (kazna)... Ji eynî rehî: [[gencîne, xwençe.

[biguherîne]

Werger[biguherîne]