Here naverokê

xewn

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

xewn m

  1. tiştên ku mirov di xewê de dibîne,
    tiştê mirov dibîne dema ku nivistî ye anku raketî ye anku razayî ye
    Min di xewna xwe de dît ku dibû şerr.
    • Di xewnê de ew di nava tixûb de bê heval mabû. — (Firat Cewerî (1986), Girtî, Weşanên Nûdem)
  2. xeyal, daxwaz, hêvî
    Azadbûna Kurdistanê xewna me ya mezin e.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Suflewî înam û avêhtim zemîna zulmetê
    Lê ko hişyar im gelo yan xewn e min dîtî bi xwab
    Dêwê mel'ûn û munafiq ê Xudê rûreş kirî
     — (Melayê Cizîrî (~1640), Dîwan)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina xewn
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xewn xewn
Îzafe xewna xewnên
Çemandî xewnê xewnan
Nîşandera çem. xewnê wan xewnan
Bangkirin xewnê xewnino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xewnek xewnin
Îzafe xewneke xewnine
Çemandî xewnekê xewninan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji berê *xwemn, ku bûye *xwevn > xewn.

avestayî: xvafna- ("xew, xewn")
pehlewî: xwamn- ("xew, xewn")
sogdî: ‘wbnw ("xew, xewn")
hotenî: hūna ("xew, xewn")
farisî: xvāb ("xew, xewn")
kurdî: xew, xewn
osetî: fun ("xew, xewn")
zazakî: hawn ("xew") alfabeya arî
sanskrîtî: svápna- ("xew, xewn")
yûnanî: hypnos ("xew")
latînî: somnus ("xew"), somnium ("xewn") ...

Çavkanî: Horn p.110, Watkins p.88, Etymonline | Pokorny: 1048 - 1049

Werger

[biguhêre]