Here naverokê

xelat

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /xɛˈlɑːt/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: xe·lat
[biguhêre]
çend medalye ku wek xelat tên dayîn

xelat m yan n (bikaranîn dudil e), t-ya nerm

  1. Tiştê kesek werdigire dema bi ser dikeve
    (bi taybetî di pêşbaziyekê ango pêşbirkekê de).
    Xelata yekem 1 000 dolar e. ― Yê bibe yekem dê hezar dolaran wergire.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina xelat
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xelat xelat
Îzafe xelata xelatên
Çemandî xelatê xelatan
Nîşandera çem. wê xelatê wan xelatan
Bangkirin xelatê xelatino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xelatek xelatin
Îzafe xelateke xelatine
Çemandî xelatekê xelatinan
Tewandina xelat
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xelat xelat
Îzafe xelatê xelatên
Çemandî xelatî xelatan
Nîşandera çem. wî xelatî wan xelatan
Bangkirin xelato xelatino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xelatek xelatin
Îzafe xelatekî xelatine
Çemandî xelatekî xelatinan

Notên bikaranînê

[biguhêre]
Zayenda vê peyvê di kurmanciya navendî û rojavayî de bi piranî mê ye lê di kurmanciya rojhilatî de bi gelemperî nêr e.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî خه‌ڵات (xellat), farisî خلعت (xel'et, “ebayê xelatkirinê”), osmanî خلعت, azerî xələt (“xilat, keftan”), ozbekî xalat, rusî халат (xalat), tirkî halat... Hemû ji erebî خِلْعَة (ḵilʕa) (ebayê xelatkirinê) ji خَلَعَ (ḵalaʕa) (ji xwe kirin, ji ber xwe kirin, veşelandin). Di zimanên din de wateya "eba, kiras" yan "ebayê/cilê xelatkirinê" dide lê kurdî (kurmancî û soranî) de wateya "padaşt, xelat" wergirtiye. Bo guherîna -i- bi -e- (xil'et > xelat bidin ber welat û ʕe anku عە (xilʕet > xelat) bidin ber 'eql > aqil.

Çavkanî
  • Chyet, Michael L. (2003), “xelat”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî‎[1], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press,
  • Cabolov, R. L. (2001–2010), Etimologičeskij slovarʹ kurdskovo jazyka [Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova: Russian Academy Press Vostochnaya Literatura

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Bi kurmancî : psin.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya prize a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Anagram

[biguhêre]