xatûn

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xatûn  xatûn 
Îzafe xatûna  xatûnên 
Çemandî xatûnê  xatûnan 
Nîşandera çemandî   xatûnê  wan  xatûnan 
Bangkirin xatûnê  xatûnino 
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xatûnek  xatûnin 
Îzafe xatûneke  xatûnine 
Çemandî xatûnekê  xatûninan 

navdêr,
rengdêr

Navdêr[biguherîne]

xatûnek

Wate[biguherîne]

  1. banî, qiralîçe, melîke, şabanî, sitî,
    jina ku ta mirinê seroka dewleta xwe ye
    (bi taybetî ya ku serokatiya xwe ji bavê xwe yan dayika xwe wergirtiye
    • Navê xatûna Brîtanyayê Elîzabeth e.
  2. jina paşayekî
  3. jina di nav komekê de ji hemûyan bedewtir yan bihagirantir
  4. # xanim, hirmet, (jina) rêzdar, (jina) birêz, (jina) hêja,
    peyvek rêzgirtinê ye bo jinan û keçan
    • Xanim û xatûnên bihagiran, hûn bi xêr hatin!

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

Dê bitin pirsê li min lew pir bi rehm û şefqe ye
Ger bipirsit carekê xatûn li halê suxteyî
Qufl û zincîr dê vebin bê ism û dest û mifte ye
(Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî)

Herwiha[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Bi soranî[biguherîne]

Bide ber[biguherîne]

Ji[biguherîne]

hevreha soranî خاتوو (xatû) (xatû), farisî خاتون  (xatûn), sogdî xwatên-, sakayî xettûne, hemû ji zimanên îranî, ji xwe + twa- + -n anku "xwe+hêz"/ "xwe+xwedî". Ev "twa-n" di soranî de wek tiwanîn (karîn, kanîn, şiyan) û wek tiwana (xurt, bihêz, ya ku dikare) maye û hevreha tav (roj, enerjiya rojê) di kurmancî de jî heye û rehên wê digihe *tep- (germ kirin) ya proto-hindûewropî. Bo zêdetir agahiyan binere: tav. Maneya bingehîn ya "xatûn"ê şabanî, qralîçe bû lê paşî berfireh bûye. "Xatûn" herwiha serekaniya hatun (xatûn) û kadın (jin) yên tirkî ye jî.

[biguherîne]

Werger[biguherîne]

jina ku paşa ye yan jî jina paşayekî

her jina jêhatî