xapîner

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Wate[biguherîne]

navdêr

  1. kesa/ê ku xelkê dixapîne, hîleker, fêlbaz, lêbok, qîleker
  2. mijûlker, meşxulker, xerîkker, kesa/ê ku mirovî mijûl dike


rengdêr

  1. tişta/ê ku mirovî dixapîne yan mirov dikare bê bixape
  2. mijûlker, meşxulker, xerîkker, tişta/ê ku mirovî mijûl dike yan pê ve mijûl dibe

Herwiha[biguherîne]

Ji wêjeyê[biguherîne]

ŞADIYA HEBÛNÊ
Ji çi ditirsim? Beşek ji bêtixûbiyê me.
Pişkek ji hêza gewre ya tevayiyê me,
dinyayek bi tenê me di nav milyonan dinyayan
mîna stêrek ji pileya yekem ku dawiya tevan dê bitemirin.
Şadî dijî, şadî hilmê dide, şadiya hebûnê!
Şadiya hestkirina bi darijîna sirrî sar ya demê di demaran re
û guhdana herikîna hêdî ya şevê
û sekinîna li serê çiya li ber tavê.
Dirêjî hetavê dimeşim, li ser hetavê radiwestim,
ji bilî hetavê ti nizanim.
Dema guherîner, dema ruxîner, dema xapîner,
tu lêbên nû, bi hezaran cambaziyan tê hebûnê
wek dindikek hûrik, wek marek xwe di hev alandî arasteyî min dikî?
Ey dema kujyar, xwe vede ji nik min!
Hetavê sînga min ta berlêvan jî bi hingivê şirîn dagirtiye
û dibêje: taliyê hemû stêr dê bitemirin
lê ew dîsan jî hertim bêtirs dibiriqin.

(Edith Södergran: Jan û Jiyan, bijartin û wergerrandin: Husein Muhammed, Kovara MEHNAME, hj. 42, 7/2003)

Ji[biguherîne]

-xapîn- (< xapandin) + -er

[biguherîne]

Werger[biguherîne]