Here naverokê

xêlî

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

xêlî m

  1. Pateyê ku mirov (bi taybetî jin) didin ser serê xwe daku porê wan neyê dîtin.
    Hevmane: diwaxe, serpoş, kefî, egale, kevînk, xafik, dersok, berûk, eyaşî, şaşik, cemedanî, pêçe, laçik, poşî, çît, çarik, serpoşk
    • 2018, Eyüp Kiran, Dewrêşê Evdî Kulîlka Bilbizêk û Rim, çapa 4an, Stenbol: Nûbihar, →ISBN, rûpel 31:
      Çaxa dinê bû sayî Qerejdax di bin berfê de mînanî bûkek bixêlî spî xuya dikir.
    • 2014, Çiya Mazî, Baxek Ji Folklora Kurdî - Ji Derdora Mêrdîn, Stembol: Berbang, →ISBN:
      Xêliya hevalam dezî dezî
      Tê re xuya ye bisk û kezî
      Lê lê xwakê xema neke
      va berbû tên bi lez û bezî

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina xêlî
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xêlî xêlî
Îzafe xêliya xêliyên
Çemandî xêliyê xêliyan
Nîşandera çem. xêliyê wan xêliyan
Bangkirin xêliyê xêliyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xêliyek xêliyin
Îzafe xêliyeke xêliyine
Çemandî xêliyekê xêliyinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Formeke ji peyva xawlî.

Werger

[biguhêre]