velîstin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

velîstin (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: ve-lîz-
RP.
Niha
ez vedilîzim
tu vedilîzî
ew vedilîze
em, hûn, ew vedilîzin
Fermanî Yekjimar velîze
Pirjimar velîzin
Rehê dema borî: ve-lîst-
RP.
Boriya
sade
ez velîstim
tu velîstî
ew velîst
em, hûn, ew velîstin
Formên din: Tewandin:velîstin

velîstin lêkera pêkhatî, gerguhêz

  1. leqîn, libitîn
    • Şewqên li hawirdora hewşê bi hêlanî lê dînokî doş dibin, li ser sîya pelên li ber bê vedilîzin, diqusin. — (Îrfan AmîdaŞevek ŞîzofrenWeşanên Lîs2018, r. 5, ISBN 9786058152175)
    • Kumsorikê çavên xwe vekirin, gava wê tirêjên rojê yên ku di navberên daran ra vir da û wê da vedilîstin û her derên bi kulîlkên bedew xemilandî didîtin, ji xwebixwe ra got: “Bi desteyek kulîlkên teze dapîra pir pê şa bibe, hîn zû ye û têr wextamin heye!“ — (BîrnebûnÇêrokeke almanî ji yên Grîmm [arşîv] (wergêr Nuh Ateş), hj. 762020, r. 75)
  2. Di xewek yan jî di nexweşiyeke giran de veceniqîn.
    Pitik bi dengê derî velîst.
    • Ji ber êrîşa van guran, Kurdan şoq derbas kirine(velîstine) û zimanên wan hatiye girtin, lal bûne, ev laltî li ser wan payîdar maye. — (Ziyaeddîn Embarî, Hêvî, Her Dem Heye [arşîv], ufkumuzhaber.com2013)
    • Ez di ciyê xwe da şok bûm, min velîst! — (Zinarê Xamo, Vîdeoya li ser êzîdiyan ez şok kirim ! [arşîv], zinarexamo.blogspot.com2023)
    • Kengî tarî bi dengê teqînê vediqelişe, li kû derê be bila bibe ferq nake, hemû di hundirî serê min de diteqin. Hingê ez lê vedilîzim her car. — (Siyamend Serbilind, Dayê kenê neyaran bi me neyine [arşîv], rudaw.net2016)

Heriwiha[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji ve- + lîstin.

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî velîstin velîstin
Îzafe velîstina velîstinên
Çemandî velîstinê velîstinan
Nîşandera çemandî velîstinê wan velîstinan
Bangkirin velîstinê velîstinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî velîstinek velîstinin
Îzafe velîstineke velîstinine
Çemandî velîstinekê velîstininan

velîstin

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]