tewaf

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tewaf tewaf
Îzafe tewafa tewafên
Çemandî tewafê tewafan
Nîşandera çemandî tewafê wan tewafan
Bangkirin tewafê tewafino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tewafek tewafin
Îzafe tewafeke tewafine
Çemandî tewafekê tewafinan

tewaf

  1. (Îslam) Zivirîna li dor Ke'beyê anku kevirê reşhecê (bi gelemperî heft caran).
    • Min ê xwe berda
      Meka mukerem Medîna minawer
      Kiriye tewafa kevirê Heceruleswed ciyê tobayê
      Min ê xwe avêtî girê Erefayê
       — (ji stiranek gelêrî ya kurdî bi dengê Huseynê Farî, berhevkirina Ayhan Meretov, Kovara Mehname, hj. 28, 5/2002)
  2. ziyaretkirina pîrozgehekê
  3. jivan, dîtin, seredan, rendevû
    Çûn tewafa yara xwe.

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî طَوَاف(ṭawāf)

Werger[biguhêre]