teqûreq

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî teqûreq teqûreq
Îzafe teqûreqa teqûreqên
Çemandî teqûreqê teqûreqan
Nîşandera çemandî teqûreqê wan teqûreqan
Bangkirin teqûreqê teqûreqino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî teqûreqek teqûreqin
Îzafe teqûreqeke teqûreqine
Çemandî teqûreqekê teqûreqinan

teqûreq

  1. dengê ku "teq" û "req" jê tê, bo nimûne wek dengê amanên fafonî
    • Kuçeyek biçûk bû, ji evên ku dibêjine wan bê teqûreq.. — (Robert Louis Stevenson, (wergêr Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. HydeAvesta2020, r. 10, ISBN 978-605-2246-80-1)
    • Ez bi dengê Mahmûdê Hesê, Fadilê Kufragî, Necmedînê Dêrikî, Şêxmûsê Olaqî mezin bûm. Dû re jî Aramê Tîkran, Eyşe Şan, Kawîs Axa û Hesen û Mehmed Arifê Cizîrî xwe dan ser. Gelek ji wan kesan çûn ser dilovaniya xwe, lê xwezî ev ên sax jî weha li ser şerefa bimana ko wek ew di bîranînên me de xwedî cîhekî qewîn bûn. Îroj jî gava ko ez li wan dengan guhdarî dikim, ez şewqa Qorixê, zîwirandina Komik û Mêzînê, banga êzêngvaniyan, teqûreqa bêrên kerexan, bihevdulîstina jin û mêrên xabiyan û terebhoşa xortikên Tilbisim û Qetaroyê di awazên wan de dibînim. — (Enwer Karahan: Rojîn, Nefel.com, 10/2008)

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji teq + -û- + req.

Werger[biguhêre]