tepandin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

tepandin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -tepîn-
RP.
Niha
ez ditepînim
tu ditepînî
ew ditepîne
em, hûn, ew ditepînin
Fermanî Yekjimar bitepîne
Pirjimar bitepînin
Rehê dema borî: -tepand-
RP.
Boriya
sade
min tepand
te tepand
wê/wî tepand
me, we, wan tepand
Formên din: Tewandin:tepandin

tepandin lêkera xwerû, gerguhêz

  1. Bi kefa destê xwe nerm lê dan.
    Hevmane: tep lê dan
    Mirov bi destan ditepînê.
    Ez têkstekî li ser kompiyûterê ditepînim.
    • Lê min bi kêf û henekan xwest hebekî xemgîniya ku rûyê wî dagir kiribû, sivik bikim, min rahişt çentê wî, em derbasî hundir bûn, min testê xwe dayê, ew maçî kir, dûre ew hemêz kir û bi dilxwaziyeke ji dil pişta wî tepand. — (Firat CewerîPayiza DerengAvesta2014, r. 15)
    • Hikmetê lew çûye burhanê xelet
      Setweta Leylê yeqîn Mecnûn tepand
      Wer ne qeys naket beyabanê xelet
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Têkildar[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji tep + -andin.

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tepandin tepandin
Îzafe tepandina tepandinên
Çemandî tepandinê tepandinan
Nîşandera çemandî tepandinê wan tepandinan
Bangkirin tepandinê tepandinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tepandinek tepandinin
Îzafe tepandineke tepandinine
Çemandî tepandinekê tepandininan

tepandin

  1. lêdana sivik

Werger[biguhêre]