Here naverokê

tenûr

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Jinek nanî diavêje tenûrê.
Tenûreke Kurdistanê ya ku tê de nan tê pehtin.

tenûr m

  1. Cihê nan tê de tê pehtin bi taybetî firina ku ji axê hatiye avakirin.
    Nanê tenûrê. ― nanê ku di tenûrê de hatiye pehtin
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Gotina pêşiyan:
      Tenûr bi tir û fisan germ nabe
    • 1986, Firat Cewerî, Girtî, Weşanên Nûdem:
      Dîlan hema zû ji xwe re hinek mast xiste tacikekê, parçek nanê tenûrê ji selikê derxist û weke gurekî birçî kişiya ser û xwar.
    • 2002, Mehmed Uzun, Bîra qederê, Weşanên Nefel:
      Bila şorba nîskan li ser êgir, nan li ser tenûrê, mîh û beran, berx û kahr li ber derî bin.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina tenûr
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tenûr tenûr
Îzafe tenûra tenûrên
Çemandî tenûrê tenûran
Nîşandera çem. wê tenûrê wan tenûran
Bangkirin tenûrê tenûrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tenûrek tenûrin
Îzafe tenûreke tenûrine
Çemandî tenûrekê tenûrinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha farisî تنور (tenûr) / تندور (tendûr), pehlewî tenûr, avestayî tenûre-, erebî تنور (tennûr), aramî תנורא (tenûra), îbranî תנור (tenûr), hemû ji akadî 𒋾𒂟 (tinūru), ew bi xwe bi metatezê ji sûmerî [Peyv?] duruna.

Dihxoda idia dike ku peyv ji peyvên akadî tîn (herrî, ax) û nūru (agir) hatiye. Lê ev idia hem etîmolojiya gelêrî ye û hem jî wek din şaş e çunkî bi akadî herrî ne tîn e lê ṭiṭṭu ye (lê bi erebî û îbranî ṭīn û bi aramî ṭīna ye) û nūru jî ne agir e lê ronahî ye.

Varyanta tendûr bi dîsîmîlasyonê anku jihevcudabûna du dengên wek hev ji varyanta tennûr peyda bûye. Yan bo zêdebûna D li pey N bidin ber D-ya peyva qalind.

Peyv bi rêya zimanên îranî ketiye gelek zimanên din jî, bo nimûne: ermenî Թոնիր (tonir), tirkî tandır, azerî təndir, ozbekî tandir, gurcî თორნე (torne), hindî तन्दूर (tendûr)... Bi rêya hindî peyv ketiye zimanên ewropî jî: îngilîzî, fransî, îtalî, spanî tandoor. тандыр (tandir) ya rusî bi rêya zimanên tirkîkî ye.

Li aliyekî din vê dawiyê û bi rêya teknîka nû di zimanên Rojhilata Navîn de cih daye peyva firin ya ji zimanên ewropî hatî.

Çavkanî:
  • Association Assyrophile de France: Dictionnaire akkadien [Rêkxistina Aşûrîdostan ya Fransayê: Ferhenga akadî]‎[1] (bi fransî), (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?)
  • Fraenkel, Siegmund (1886): Die aramäischen Fremdwörter im Arabischen [Peyvên aramî di erebî de], Leiden: E. J. Brill.
  • The Comprehensive Aramaic Lexicon Project, [Projeya Ferhenga Giştgir ya Aramî] Cincinnati: Hebrew Union College, 1986– [2]
  • The Pennsylvania Sumerian Dictionary (Ferhenga sûmerî ya Pennsylvaniayê) [3]

Bide ber

[biguhêre]

Herwiha binêre

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]