Here naverokê

tarîtî

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /tˁɑːɾiːˈtiː/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: ta·rî·tî
[biguhêre]
Siruşt di tarîtiya şevê de. (1)

tarîtî m

  1. Tinebûna ronahiyê; rewşa nebûna/kêmbûna ronahiyê.
    Hevmane: zilmat, zulmat
    Dijmane: ronahî, ronî, geşî
    Tarîtiya geşê.
    • Damad ko kir bi mihrî gulgûn
      Tarîtî bi rohniyê ko rakir
      Xem şubhetê zulmetê fena kir
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn , ~1692)
  2. geşî, geşîtî, tarîbûna rengan
  3. (mecazî) Cehalet, nezanî.
    • Gava Ewrûpa di destê tarîtîya çaxa navîn de, ne di tu halî de bû, şewqa hinerê wergerê li Rojhilata Navîn belav dibû. — (2002Mustafa AydoganBerê gotin hebû , Nefel, Stockholm, r. 118, ISBN 91-89687-08-6)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina tarîtî
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tarîtî tarîtî
Îzafe tarîtiya tarîtiyên
Çemandî tarîtiyê tarîtiyan
Nîşandera çem. tarîtiyê wan tarîtiyan
Bangkirin tarîtiyê tarîtiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tarîtiyek tarîtiyin
Îzafe tarîtiyeke tarîtiyine
Çemandî tarîtiyekê tarîtiyinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji tarî +‎ -tî.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya darkness a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.