siyaseta reel

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

siyaseta reel

  1. realpolîtîk, siyaseta berjewendîperest
    ya ku pûte bi rêbazên bîrdozî û sincî nake
    • Banga min ji partî, grûb, şexs û rêxistinên ji bakûrê Kurdistanê re (çi li welêt, çi li derve), yên ko ne PKKyî ne: Teko teko an bi hevdû re, bêyî tu pêşhukmek, piştgiriya xwe bo vê helwest, gav û deklarasyona PKKê destnîşan bikin û bi awayek aktîfî, hemû hêz û îmkanên xwe pêşkêşê vî prosesê bikin û bi PKKê re hevkarî bikin da ko ev Deklarasyon hêz û goşt bigre û bigije armanca xwe: aşîtî û siyaseta azad. Potansiyelek gelek mezin heye ko ne PKKyî ye û kêm-zêde li dervayê siyaseta reel maye. Lê ev potansiyel dikare bibe xwedî fonksiyon û tu şika min tune ye ko, dema ev potansiyel bi hêza PKKê re "bibe yek", ewê hêzek gelek mezin û efektîf ê şoreşger derkeve holê. Bo wî, bangê li van rêxistinan dikim ko hemû proje û çalakiyên xwe "deynin aliyek" û bi hemû hêza xwe beşdarê vê prosesê bibin, ko bingeha wê ev deklarasyona PKKê ye. — (Rojda Çelîker: ''Yekîtiya Bakûr, parastina Başûr û Deklarasyona PKKê, Nefel.com, 12/2007)

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Wergerandina yekser ji almanî Realpolitik (realpolîtîk, siyaseta realîst, ne îdealîst).

Werger[biguhêre]