sersiriştî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

sersiriştî

  1. dersiriştî, ne siriştî, mucîz, ecêb, nedîtî, nebînayî, nadîde

Herwiha[biguhêre]

Ji wêjeyê[biguhêre]

Di nexweşxaneyê de, ez ketim baskê rastê, beşa Xêrxwaziyê. Ez bi şêweyekî sersiruşt, neaqilane ji mirinê filitîbûm di demeke weha de ko bûyerên sersiruştiyê nemabûn. Bi saya rêxistinên mirovahî, ez miftî belaş ketim nexweşxaneya navdar û nûjen. Gava kaxezên min hatin qebûlkirin, gelek berpirsiyarên rêxistinên mafên mirovan, doktor û hemşîreyan ji min re dubare kir ko bextê min spî bû ko ez ji mirinê filitî bûm û ko ez li wê nexweşxaneya bi navûdeng xwediyê textekî bûm. Ez mirovekî sade bûm, min zû ji bîr dikir û hergav jî ez dihatim xapandin. Her kesî dikarîbû bi min û bi serê min yê bêmejî bilîsta û wê roja ko ez ketim nexweşxaneyê, min wextî bawer bikira ko wan kesan dixwestin ko ew jî bi nexweşiya min bikevin da ko bikaribin xwe li ser textên bi çarşefên rengî, di hundirê wî azmanê şîn de, di nav wan kevokên spî de, dirêj bikin.

(Fawaz Husên: Fira kevokan, Nefel.com, 6/2005)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji ser- +‎ siriştî.

[biguhêre]

Werger[biguhêre]