self-determînasyon

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî self-determînasyon self-determînasyon
Îzafe self-determînasyona self-determînasyonên
Çemandî self-determînasyonê self-determînasyonan
Nîşandera çemandî self-determînasyonê wan self-determînasyonan
Bangkirin self-determînasyonê self-determînasyonino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî self-determînasyonek self-determînasyonin
Îzafe self-determînasyoneke self-determînasyonine
Çemandî self-determînasyonekê self-determînasyoninan

self-determînasyon

  1. (hiqûq) Mafê miletekî ku xwe bi rê ve bibin û ne di bin serdestiya miletek din de be.
    Hevmane: otodeterminasyon
    • Anatolya, di zimanê Grekî de tê wateya rojhilat. Rojhilatê Îstenbolê, dibe Îzmît, Îznîk, Duzce, hwd. Heke meriv zorê bide hêl û îstîqametan û heta bi Qonya û Anqerê dirêj bike jî, meriv nikane bigihêje Wan, Amed û Culemêrgê (Heqarîyê). Ew der Kurdistan e, welatê Kurdan ê qedîm e. Kurd gelê otokton ê vê cografyayê ne. Li gora Îzaddî, ev herêm %43ê Kurdistanê pêk tîne û Kurd jê re dibêjin Bakurê Kurdistanê an Kurdistana Bakur. Li vê derê pirsgirêk dibe pirsgirêka Kurdistanê û bi dîtina me ev dibe mijara self-determînasyonê (mafê çarenûsîyê). — (Fuat Onen: Welatek di ronkaya rojê de ji gelên wî yên otokton hat dizîn, Nefel.com, 12/2007)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji îngilîzî self-determination ji self (xwe) + determination (biryardan, diyarkirin). Tevî ku peyv ji îngilîzî hatiye wergirtin lê determination li gor bilêvkirina fransî adapteyî kurdî hatiye kirin.

Werger[biguhêre]