sûnd
Xuyakirin
| Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+) | |
| sond / sûnd |
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]| Tewandina sûnd | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | sûnd | sûnd |
| Îzafe | sûnda | sûndên |
| Çemandî | sûndê | sûndan |
| Nîşandera çem. | wê sûndê | wan sûndan |
| Bangkirin | sûndê | sûndino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | sûndek | sûndin |
| Îzafe | sûndeke | sûndine |
| Çemandî | sûndekê | sûndinan |

sûnd m
- Qesem, dirametî, soz, ehd.
- Mey ko biçit saxerê di destê wê dilberê
Sûndê bi xaliq dixwim roj e di Birca-hemel
Dêm-i di camê me dî sur di medamê me dî — (Melayê Cizîrî, Dîwan, ~1640)
- Mey ko biçit saxerê di destê wê dilberê
Hevmane
[biguhêre]Bi alfabeyên din
[biguhêre]Bide ber
[biguhêre]Jê
[biguhêre]- sûnd xwarin (lêker)
- sûndî
- sûndxwarin (navdêr)
- sûndxwarî (rengdêr)
- sûndxwarî
- sûndxwer
- sûndxwerî
Etîmolojî
[biguhêre]Hevreha soranî سوێن (swên) / سوێند (swênd), zazakî sond, farisî سوگند (sewgend ~ suwgend), pehlewî sokend, sanskrîtî sver-, îngilîzî swear, almanî schwören, swêdî svära, danmarkî sværge, norwecî sverge, hemî ji proto-hindûewropî *swer- (axivîn, gotin). Bi giştî *sw- ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe *xw-/xv-. Di avestayî de ev peyv wisa ye: xvar- lê nayê zanîn ka çima di zimanên din yên îranî de "s" di vê peyvê de hatiye parastin. Peyva "soz" çendî ku bi ser ve bişibe peyva "sûnd" jî, ne hevreha wê ye: soz ji "söz" (gotin, peyv) ya tirkî ye. Herwiha tê gotin ku navê gihayekî pirr tal e, kesê ku hez dike sozê tiştekî bide û jê venegere dibêje ez sûnd bixwim ku ez ê ya ku min gotî bikim. Ango ji gihayê sogendê hatiye.
- proto-hindûewropî: *swer- ("sûnd xwarin")
- proto-îranî: *hwer ("sûnd xwarin")
- sanskrîtî: svar-
- almanî: schwören (sûnd xwarin)
- îngilîzî: swear (sûnd xwarin)
- Çavkanî: Cheung p.149, Watkins p.88, Etymonline
Bi zaravayên din
[biguhêre]Werger
[biguhêre]- Afrîkansî: eed → af
- Albanî: be → sq
- Almanî: Eid → de m, Schwur → de m
- Danmarkî: ed → da
- Erebî: ?الشهادة, ?العهد, ?ألیة, ?یمین
- Esperantoyî: ĵuro
- Farisî: سوگند → fa, قسم → fa
- Fînî: vala → fi
- Fransî: serment → fr
- Holendî: eed → nl
- Îngilîziya kevn: aþ
- Îngilîzî: oath → en, pledge → en, vow → en, ?swearing → en, ?voir dire → en
- Îtalî: giuramento → it
- Japonî: 誓約 (seiyaku)
- Katalanî: jurament → ca
- Latînî: ius → la
- Mecarî: eskü → hu
- Norwecî: ed → no
- Portugalî: jura → pt, juramento → pt
- Rusî: присяга (prisyága)
- Sirboxirwatî: zakletva → sh m, prisega → sh m
- Sirboxirwatî:
- Slovenî: prisega → sl m
- Spanî: juramento → es
- Swêdî: ed → sv
- Telûgûyî: ప్రమాణం (pramaaNaM)
- Tirkî: yemin → tr, ant → tr, kasem → tr, ?ahit → tr
- Yûnanî: όρκος → el (órkos)