Here naverokê

sênî

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Sêniyek û çend tas û tirar li ser.

sênî m

  1. Amana berfireh ya ku sênîk û amanên din tê de tên bicihkirin daku gerandina wan hêsan be yan xwarin jê nekeve erdê yan ser maseyê.
    Hevmane: belem, ferxesênî, tepsî, bergeş, sifre, berkêşok, mersef, sînî, ferxesînî, hewank, teblîk, zêrcam
    • ..., ne sênîk birxul e. — (2025, Fawaz Husên, Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê, çapa 1ê, Stenbol: Avesta, →ISBN, rûpel 44)
  2. Amana pan ya ku mirov xwarinê jê dixwe.
    Hevmane: sênîk

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina sênî
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sênî sênî
Îzafe sêniya sêniyên
Çemandî sêniyê sêniyan
Nîşandera çem. sêniyê wan sêniyan
Bangkirin sêniyê sêniyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sêniyek sêniyin
Îzafe sêniyeke sêniyine
Çemandî sêniyekê sêniyinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî سینی (sînî), farisî سینی (sînî), tirkî sini, hemû ji erebî صينية (șîniyet, sênî, tiştên çînî) ji صيني (șînî, çînî) ji الصين (eș-Șîn, Çîn, Sîn), ji zimanên îranî, bi pehlewî 𐭰𐭩𐭭 (Çîn: Çîn, çînî, malê çînê, amanên ji Çînê, bi taybetî ferfûrî anku çînî) ji sanskrîtî चीन (cīna) (Çîne) ji çînî (qín - di tîpguhêziya çînî de Q wek Ç ya kurdî tê gotin.) Ji eynî rehî: çînî ku hem maneya "ji Çînê" (bi îngilîzî "Chinese") û herwiha wateya "ferfûrî" (bi îngilîzî jî "china") dide. Binêre herwiha: ferfûrî û çinar.

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya tray a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.