Here naverokê

sêlik

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
çend sêlik (wate 2) û qapên wan

sêlik m

  1. sêlên biçûk
    Eger Başûrê Kurdistanê ji bo cemserbûna xwe şanaziyê bi Kerkûkê û çemê Behdînan û Soran û Sîrwan bike, li Bakur jî Dicle û Firat û petrola Batmanê hene. Bakur vêgabûye sêlika nanê Tirkiyeyê, projeya GAPê 120 bendavên mezin û biçûk li xwe digire, beşê herî zêde li Kurdistana navendî hatine xilaskirin û tên xilaskirin.
  2. (enformatîk) Amûrên ku deng (bi taybetî stran) yan jî wêne li ser tên tomarkirin.
    • 1993, Zinar Soran, Gurî[1], APEC, →ISBN, rûpel 60:
      Berî ku Apê Qado bigihêje gundê xwe, gramafona xwe li ser kerekê baş dijdîne, sêlikekê dide ser û gramafon dest bi muzîkê dike.
    • 2017, Recep Çapan, “Edîson, tomarkirina barê cîhanê û sêlikên li ber mirinê”, li ser rudaw.net[2]:
      Li gelek welatên cîhanê sêlik û gramofon bûne îkonê serdemekê û ew li muzexaneyan têne nîmayîşkirin.
    • 2011, Remzî Kerim, “Me li Fittjaskolanê roja zimanê zikmakî pîroz kir”, li ser Bîrnebûn[3], hejmar 49, rûpel 7:
      Ev fabel ji alîyê şagirdên kurd û mamosteyên zimanê kurdî Celal Sönmez û Mustafa Uzun ve wek karekî taybet ya Power Pointê, bi dengê şagirdên kurd û bi wêneyên ajelan -heywanan-, hem bi zimanê swêdî, hem bi zimanê kurdî, li ser sêlikeke CDyê hat amade kirin. Ev sêlik ji bo hemû şagirdên sinifa 1-3 û sinifa 4-6 hat nîşan dan.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina sêlik
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sêlik sêlik
Îzafe sêlika sêlikên
Çemandî sêlikê sêlikan
Nîşandera çem. sêlikê wan sêlikan
Bangkirin sêlikê sêlikino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sêlikek sêlikin
Îzafe sêlikeke sêlikine
Çemandî sêlikekê sêlikinan

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji sêl +‎ -ik.

Bi maneya amûra tomarkirinê wergirtina maneyê ji îngilîzî disc.

Werger

[biguhêre]