rûnas

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

rûnas

rûnas

  1. giyayek kulîlkdar e, bistîka wî bipûrt e, kulîlkên wî spî yan zer in

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Gîyayek di nav zevî, mêrg û teraşên deverên heta bilindîya 2000 – 2300 m de şîn têt. Bejna wê 60- 150 cm bilin dibe. Gîyayek bêhnxweş lê tama wê hinekî tahlok û pêverişok e ( zeliqok). Sê cûreyên wê hene. Bandora hersêyan jî wek hev e. Di kevnar de Yewnan, Romayîyan, Medan û Asurîyan jibo dermanên cûrbecûr dixebitandin. Li hinek deverên Îngilistanê jibo penîr tê bikaranîn. Di nav xelkê Îrlanda de li dewsa qehwê tê vexwarin. Mixabin ev gîyayê bikêr û derman hatîye jibîrkirin. Lewre li gelek deveran gundî dibêjin: Ew gîyayek bêkêr û xusardar e. Di van salên dawî de ku nexweşîya Penceşêrê zêde bûye, jibo tedawîya penceşêrê tê xebitandin. Ji nûve dîsan qedrê wê tê zanîn û di TIB ê de cihê xwe yê layioq digire. — (Bavê Jîndar: Dermanxana xweristê, Lotikxane.com, 6/2008)

Navê zanistî[biguhêre]

  • Galium

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]