Here naverokê

qutik

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /qʊˈtɘk/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: qu·tik
[biguhêre]

qutik n

  1. Cilekî folklorî ye.
  2. gumlek[1][2][3]
    Hevmane: îşlik, kiras, qemîs
    • 1986, Firat Cewerî, Girtî, Weşanên Nûdem:
      Çawîş: - Qutikê xwe jî ji xwe bike! Divê tiştek li te nemîne! Muxtêr êleg û qutik jî ji xwe kirin.
    • 2002, Mehmed Uzun, Bîra qederê, Weşanên Nefel, rûpel 163:
      Kincên ko li ser wan in, kincên heyama Xoybûnê ne; kincên çekdaran. Li ser milê Qedrî Beg çaketek heye. Wî çaket li xwe nekiriye, lê avêtiye ser milên xwe. Celadet û Ekrem Beg bi tena qutik in. Çend qumçikên jor ên sîngê yên Celdat Beg vekirî ne (...)
  3. Cilên bêmil û kurt di bin çakêt de li ser gumlekê mirov li xwe dike.[1][3]
    Hevmane: çox, çoxik, êlek

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina qutik
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qutik qutik
Îzafe qutikê qutikên
Çemandî qutikî qutikan
Nîşandera çem. qutikî wan qutikan
Bangkirin qutiko qutikino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qutikek qutikin
Îzafe qutikekî qutikine
Çemandî qutikekî qutikinan

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

qutik cins hewce ye (c=m: mê, c=n: nêr, c=mn: mê û nêr, c=nt: nêtar)

  1. (dumahîka cixarê) qopik, qûnika cixareyê

Werger

[biguhêre]

Rengdêr

[biguhêre]

qutik

  1. Mirovên ku bala wan kurt.
  2. qizim, kurt, qut, kin

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre]
  1. ^ a b Farqînî, Zana (2005), “qutik”, li ser Ferhenga Kurdî - Tirkî (Rêzeya Ferhengsaziyê 2)‎[1], çapa 2an, Stenbol: Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, rûpel 1543
  2. ^ Michael L. Chyet (2020), Ferhenga Birûskî: Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Kurmanji-English Dictionary, cild M-Z, Transnational Press London
  3. ^ a b Muzaffer BEGZADE (1992), “Cil û berg”, li ser Kurmancî[2], hejmar 11, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê

(cilûberg)