qurûş

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

50 qurûşê nû yê Tirkiyê

qurûş nêr

  1. 1/100 derhem yan 1/100 lîre, 0, 01 derhem yan 0, 01 lîre
    Sed qurûş dibin yek lîre.
  2. (mecazî) bihayê herî kêm
    Bi qurûşekî be jî nakirrim.

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha tirkî kuruş, erebî قروش‎ (qurûş), îbranî גרוש (gruş), yûnanî γρόσι (grósi), bulgarî, rusî û ukraynî грош (groş), romanî groş, albanî grosh, çekî groš, polonî grosz, mecarî garas, lîtwanî grašis, estonî kross, almanî Groschen, îngilîzî groat, hemû ji îtalî [Peyv?] denaro grosso (hûrdeyê gir / girs) ji grosso (gir, girs, zexm ji latînî grossus ji proto-hindûewropî *gʷres-. Piraniya navên din jî yên pareyên Rojhilata Navîn ji Ewropayê hatine wergirtin: dirav, dînar, derhem, lîre, filis, pûl. Lê pare / pere peyveka îranî ye.

[biguhêre]

Werger[biguhêre]