Here naverokê

qerebû

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

qerebû m

  1. Pareyê ku ji kesa/ê ziyanlêbûyî re tê dan.
    Hevmane: tezmînat, cerîme, cirm, xeramet
    • 2006 çiriya paşîn, Netkurd.com:
      Ji bo qerebûkirina (tazmînatdayina) kesên ku di dema şerê navxweyî de zerar dîtine, bi serokatiya serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî komîteyek pêk hat.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Vê dawiyê bi rêya soranî ji erebî ye قربة (qurube, “karên qenc”) û قُرْبَان (qurbān, “qurban, gorî, fîda”) ji aramî קרבן (korban) ji îbranî קרבן (korvan) ku bi rêya yûnaniya kevn κορβᾶν (korbân) ‎(korbân) wek corban ketiye îngilîzî jî. Hêjayî gotinê ye ku peyv tam wek "qerebû" bi û maneya "tezmînat" di erebî bi xwe de ne li kar e anku kurdî ev şikil û wate li wê bar kirine. Ji ber texmîna ku "qerebû" peyveke eslî ya kurdî ye, gelek kes wê li cihê "tezmînat" ya bêtir berbelav û fehmbar bi kar tînin.

Werger

[biguhêre]