porkur

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

porkur

  1. îdyoma ragihandina heqaretê ye li jinan yan li keçên xama wek îdyomek ji bo heqareta li jinan yan li keçên xama bi kar tê anîn dema kesek bixwaze li jinek yan li keçeke xama heqaret bike û wê biçûk bixe rû bi rûyê wê yan jî di heqê wê de vê îdyomê bi kar tîne
    gidî porkurê te çima pirsa xalê xwe yê nexweş nekir!
    xalê wê porkurê jê xeyidiye naxwaze rûyê wê jî bibîne
  2. îdyoma diyarkirina fedîkariyê ye ji aliyê jinan û keçên xama ve wek îdyomek carinan ji aliyê keçên xama û jinan ve ji bo diyarkirina fedîkariyê bi kar tê anîn dema jin û keçên xama tiştekî neng bibînin yan bibihîzm û bi wê dîtinê yan bihîstinê fedîkar bibin ji bo diyarkirina fedîkariya xwe di heqê xwe de vê îdyomê bi kar tînin, bi wî awayî radigihînin û didin zanîn ku çawa jinek yan keçeke xama bi kurkirina porê xwe şermî û fedîkar dibe ew jî bi dîtin yan bihîstina wî tiştê neng wisa şermî û fedîkar bûne îdyom di vê rewşa
  3. 'yan de bi piranî digel pêşgira "li"yê û şûnnava "min"ê yan jî şûnnava "me"yê bi kar tê anîn "li min porkurê ev çi peyiveke nexweş bû ku hat gotin!" "li me porkuran ew çi tevgereke neng bûye ku hatiye kirin!" û wd
  4. îdyoma ragihandina derdêdariyê û xemgîniyê ya jinên şînî û keçên xama yên şînî ye wek îdyomek carinan ji aliyê jinên şînî û keçên xama yên şînî ve ji bo ragihandina derdedariyê û xemgîniyê bi kar tê anîn îdyom di vê rewşa
  5. 'yan de ji bi piranî digel pêşgira "li"yê û şûnnava "min"ê yan jî şûnnava "me"yê bi kar tê anîn ew awayê îdyomê ji dîsa nîşana xemgîniya pir zêde ye şrv: ev îdyom bi her sê maneyên xwe hevmana îdyomên "gulîbir" û "kezîkur" û "porkem" > "şrv"ya "porkem"

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]