pena

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  •  IPA(kilîd): /pɛˈnɑː/
  • Jihevqetandin: pe‧na

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pena pena
Îzafe penaya penayên
Çemandî pena penayan
Nîşandera çemandî pena wan penayan
Bangkirin pena penayino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî penayek penayin
Îzafe penayeke penayine
Çemandî penayekê penayinan
Mirov û heywanan şkeft bo xwe wek penagehan bi kar anîne.

pena

  1. sitare, sitargeh, cihê ewle, dera temîn,
    cihê ku mirov diçiyê daku ji bela û talûkeyan bireve û bifilite
  2. pişgirî, piştevanî, destek, alîkarî
  3. gazî, hewar, hêvî, rica

Bikaranîn[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji soranî په‌نا(pena) yan bi rêya soranî ji farisî پناه(penah), hevreha pehlewî 𐭯𐭭𐭠𐭧 (penah). Peyva "pena" vê dawiyê bi rêya zimanê nivîskî ketiye nav gel, di devokên kurmancî bi xwe de nîne. penah ya tirkî, پناه(penah) ya urdûyî û पनाह (penah) ya hindî ji îranî - bi taybetî ji farisî - hatine wergirtin.

Werger[biguhêre]

Tirkî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

pena

  1. mizrab