palkursî

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Bilêvkirin[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî palkursî palkursî
Îzafe palkursiya palkursiyên
Çemandî palkursiyê palkursiyan
Nîşandera çemandî palkursiyê wan palkursiyan
Bangkirin palkursiyê palkursiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî palkursiyek palkursiyin
Îzafe palkursiyeke palkursiyine
Çemandî palkursiyekê palkursiyinan
Palkursiyek

palkursî

  1. (mobîlya) Kursiya bi destikan ji bo paldanê.
    Hevmane: qoltix, paldank, palgeh
    • Baz çavên xwe girtine, lingên xwe hinekî dirêj kirine serê xwe biriye paş palkursiya fireh ku ew lê rûniştiye û difikire. Herçî Kevok e, li hember Baz, li ser palkursiyê, wê lingên xwe kişandine ser palkursiyê, destekî xwe daye ber pencerê, deftera wê di hembezawê de, li der, li stêr, heyv û esmanan dinihêre. — (Mehmed UzunRonî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê [arşîv], Ithaki Publishing, 2015, r. 348)
    • (...) ji şantiyê derket û çû rawetgehê, li otobusê siwar bû. Awirên wî li ser merivan geriyan û çûn li ser keçika porrzer î gwînsipî sekinîn. Di nava du hestan de digijgijî: hem şerm dikir hem dil dikir. Çû li palkursiya pişt keçikê rûnişt. — (Berfo BarîErojen [arşîv], Na Yayınları, 2015, r. 29)
    • Li Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Îraqa Federal (RHKÎF) ji bo 111 palkursiyên parlementoyê dê 31 partî û hezar û 138 endam beşdarî hilbijartinan bibin. — (Li RHKÎFê amadekariyên hilbijartinan didomin [arşîv], aa.com.tr2013)

Jornav[biguherîne]

Binêre herwiha[biguherîne]

Etîmolojî[biguherîne]

Ji pal +‎ kursî.

Werger[biguherîne]