pêwend

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  • IPA(kilîd): /peːˈwɛnd/
  • Jihevqetandin: pê·wend

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pêwend pêwend
Îzafe pêwenda pêwendên
Çemandî pêwendê pêwendan
Nîşandera çemandî pêwendê wan pêwendan
Bangkirin pêwendê pêwendino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pêwendek pêwendin
Îzafe pêwendeke pêwendine
Çemandî pêwendekê pêwendinan

pêwend

  1. Şert û merc an jî rewşa ku tê de tiştek çêdibe an diqewime ku alîkariya ravekirina rewşê dike.
    • Toponomî qadeke zanistî ye ku xebatên li ser navên erdnîgarî di nav xwe de dihewîne. Ji aliyê bikaranîna wê ya nûjen û sepandina wê ya navên erdnîgarî ve, toponomî babetên balkêş ên wekî ziman, erdnîgarî û nasnameyê digire nav xwe û hemûyan li gorî pêwenda dîrokî, çandî û polîtîk ya dinyaya modern bi cih dike. — (Nexşeya Zimanî ya Erdnîgarê û Nirxandineke Mîkrotoponomîk li ser Gundê Qopiza Jorîn, Ömer Delikaya)
  2. Beşên vegêranekê ku peyv an jî metinekê radipêçin û wateya wê şirove û eşkere dike ango teksta ku gotinek tê de heye û bi xêra hemû tekstê wateya wê gotinê baştir diyar dibe; peywend, kontekst.
    • Peywend çi ye? Peywend kembera têkiliyan e ku rewş û ramanan radipêçe, li ser wate û qîmeta wan tesîrekî çêdike. Dema em dest bi xeberdanê bikin, peywend pûsileya me ya axaftinê ye. Ji bo berhemekê iskelet e. — (Zanista Edebiyata Modern, Remezan Alan)
  3. girêdan, bestîn, gehînek, têkilî, pêbend, pabend
    • Kan qewl û qerar û ‘ehd û pêwend
      Peyman û qesem, yemîn û sewgend?
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
    • ... Derheq ‘esmana da: Bê girêdan tertîbek da bilindî û nivzî ya wê û kelşên wê dan hev û li nav beyna her yêkî û cûta wê da pêwend (girêdan) çêkir, û zehmetê bilind bîna bo ‘esmana û jûrde hatinê – ji bona melaîketan ku fermanên wî tînin xarê û ‘emel û kirya-rên benda dibin jorê – rihet û sehl kir... — (Nehc-ul Belağe (Xeberdan, Nivîsok û Axiftinên hekîmane yên Imam ‘Elî selamên Xuda lê bin), Seyidê Rezî, wer.Seyid ‘Elî Huseynî Bohtî)
  4. (rêzimanî) gihanek, peyva ku riste an jî tevokan bi hev re girê dide an jî di heman tevokê de hemahengiya peyvan durist dike.
    • Pêwend peyvin du peyva, du grêya (phrase), du hevokên sade, du hevok ên awête (complex), an pitir(bêtir) pêkve (biyekve) girê didin — (Rêzman a Kurdî, Dr. Îbrahîm Remezan Zaxoyî)
  5. Bendikê kurt ê ku ji kindir hatiye çêkirin.[1]
    • Me dî ji wê koma bêjimar xortekî ciwan li hêja, hunermend û canpola, mêrxas û xîretşînas; "Mihemedê kurê Seîdê Deqorî" derket. Peywend û zincîrê jîne qetandin, weke şêrekî xeyidî û teyrekî bazî ku xwe berde ser nêçîrê, êrîş berda kûrangiha agir, kiirangiha mirinê; hundirê sînemê, ta ku gihîşt zarokan û ji wan dido dan bin çengê xwe û anîn der. Cara duduwa dîsa êrîşî hundir kir û du zarokên din anîn der. — (Agirê Sînema Amûdê, M. Ahmedê Namî, weş. Roja Nû, 1987)

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Huccac sifet bibînin ihram
    Pêwend bike pêk ve bisk û xalê
    Şîraze ke mushefa cemalê
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji pê- +‎ wend.

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
pêwend pêwendtir herî pêwend
pêwendtirîn

pêwend

  1. têkildar, pêwendîdar, eleqedar
    • Jibo ku li ser ziman û dîrok û cografya û abûrî û sosyolojîya Kurd lêgerîn bên kirin, pirtûk bên weşandin, û ji bo ku di nava Kurdan da zanînên hevdem bên belavkirin, dê komeleyek bi navê "Komela Kurd jibo belavkirina Zanînê û Wêşanan" bê sazkirin. Ji bo vê yekê, daxwaz ev e ku kesên pêwend, roja 10ê Kanuna Paşîn roja înê piştê nîvroyê saet di 2an da, werin Komela Kurdistanê(Kurdistan Cemiyeti) ya ku li kuça pey Dîwana Hesaban(Divan-ı Muhasebat) di koşka Behçet Paşa da ye — (Jîn, M. Emîn Bozarslan)

Werger[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]

  • Mistefa Aydogan, Zana Farqînî, Newzad Hirorî, Huseyin Kartal, Remzî Kerîm, Mahmûd Lewendî, M. Emîn Narozî, Reşo Zîlan, Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî, Stenbol, Rûpel (Amadekarê weşanê: M. Malmîsanij), 2012, 307 r. (ISBN 978-6058651616).
  1. Ferheng, Kurdî-Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Mustafa Gazî