pê daketin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

pê daketin (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: pê da-kev-
RP.
Niha
ez pê dadikevim
tu pê dadikevî
ew pê dadikeve
em, hûn, ew pê dadikevin
Fermanî Yekjimar pê dakeve
Pirjimar pê dakevin
Rehê dema borî: pê da-ket-
RP.
Boriya
sade
ez pê daketim
tu pê daketî
ew pê daket
em, hûn, ew pê daketin
Formên din: Tewandin:pê daketin

pê daketin lêkera biwêjî, negerguhêz

  1. mijûl bûn
    • Eger em rojekê telefonan deynin aliyekî jiyan dimeşe gelo. Ev yek zehmet e. Ji ber ku her mirovek di nava rojekê de nêzî sed carî li telefona xwe dinêre û pê dadikeve. Ev yek jî ji jiyana mirovan diçe. — (Şêrgele, Sal bi sal xwezî bi par [arşîv], xwebun.org2020)
    • Ez gava wek hunermendê mûsîqîyê behsa muzîkê bikim, dibînî ku li Ewropayê di dewira reform û ronesansê de guhertinên ecêb çêbûne. Ji Îtalya bigire, heta Portekîz, Fransa, Almanya, kêm Rûsya, bêtir li Îngiltere, nexasim li Ewropa rojava û ya navendî gelek însan pê daketin. Mesela em bêjin, dêrê nehiştîye muzîk li derve bipêşbikeve. — (Yado Ciwan, ŞIVAN PERWER: EZ PIŞTEVANÊ KURDISTANA MEZIN IM ! [arşîv], diplo-kurdi.com)
    • Hîn dema zarok bû, dest bi felsefekirina tiştan kir. Baş tê bîra wî çawa pirsek ji xwe re peyda kir û bi dirêjiya hefteyekê pê daket û ew nola pirsgirêkeke hêjayî fikirîn û ponijînê dît: Çima mirov kum dide serê xwe û pêlavê li piyê xwe dike? Çima mirov pêlavê nade serê xwe û kum li piyê xwe nake? — (Besam Mistefa, Biryareke kurtebir [arşîv], rudaw.net2015)
    • Herweha ez dilşa bûm ku jina min bêyî ku pozê xwe daliqîne, an jî xwe hêrs û aciz bike du rojan bi wê xwarinê ve mijûl bûbû û niha, dema bi mêvanan dadiket, ji wan re xwarin dixistê û qedehên wan dadigirt, qet rûyê xwe nedikir û her dibeşişî. — (Firat CewerîPayiza DerengAvesta2014, r. 17)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji + daketin.

Werger[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]