nêrîn

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

nêrîn (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -nêr-
RP.
Niha
ez dinêrim
tu dinêrî
ew dinêre
em, hûn, ew dinêrin
Fermanî Yekjimar binêre
Pirjimar binêrin
Rehê dema borî: -nêrî-
RP.
Boriya
sade
min nêrî
te nêrî
wê/wî nêrî
me, we, wan nêrî
Formên din: Tewandin:nêrîn
Mirov û ajel bi çavên xwe li tiştan dinêrin.

nêrîn lêkera xwerû, gerguhêz, r-ya req

  1. temaşe kirin, mêze kirin, mêzîn, berê xwe danê, seh kirin, fekirin, hêv kirin, mêze kirin, mêzandin, çav lê gerandin
    Li min binêre.

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Cama ku meya xas tê
    Binêrin talib çend in
    Wexwun ji destê rastê
     — (Feqiyê Teyran, )

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Herwiha nihêrtin, hevreha soranî نۆڕین(norrîn), feylî nûřîn, şahzênî/şêxbizinî nîgerandin / ningerandin, farisî نگار(nigar) (> kurdî nîgar) û انگاشتن‎ (engaşten > kurdî angaştin, texmîn kirin, idia kirin, xeyal kirin) ji zimanên îranî. Yan jî ya kurdî ji aramî נטר(n-ț-r-, nêrîn) ku herwiha serekaniya peyva kurdî "notir" (nobet, nobetdarî) e jî. Hevreha wê ya erebî wek "nezer" ketiye kurdî.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nêrîn nêrîn
Îzafe nêrîna nêrînên
Çemandî nêrînê nêrînan
Nîşandera çemandî nêrînê wan nêrînan
Bangkirin nêrînê nêrînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nêrînek nêrînin
Îzafe nêrîneke nêrînine
Çemandî nêrînekê nêrîninan

nêrîn

  1. mêzekirin, temaşekirin, sehkirin, berêxwedan:
    nêrîna li derve
    nêrîna li mirovên ku derbas dibin
  2. ray, dîtin, bawerî
    Nêrîna te li ser vê meselê çi ye?
    Bi nêrîna min, divê em bibin yek.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.