nihandin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

nihandin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -nihîn-
RP.
Niha
ez dinihînim
tu dinihînî
ew dinihîne
em, hûn, ew dinihînin
Fermanî Yekjimar binihîne
Pirjimar binihînin
Rehê dema borî: -nihand-
RP.
Boriya
sade
min nihand
te nihand
wê/wî nihand
me, we, wan nihand
Formên din: Tewandin:nihandin

nihandin lêkera xwerû, gerguhêz

  1. danîn, danan, danihan, bi cih kirin, tê kirin

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Nîşe[biguhêre]

nihandin lêkereke bi serê xwe ye û tu maneya wê ya ewilîn bi seksê re nîne. Ew di zimanê tiredîngkî de ango argo de wisa bi wateya seksê tê xercandin. Ev lêkereke gelek bingehîn e di kurdî de bê vê lêkerê kurdî nameşe gelek kêm û kas dimîne.Ev peyva nihan bi rastî gelekî tevlihev bûye, gelmişî bûye, hewijiye û amêştiye. Yek ji wan mirov peyva anîn yan înanê bi nihanê ve tevlihev dike gava em dibêjin `min pênûs danî ser mêzeyê` em nizanin ku em dibêjin `me pênûs da anî ser mêzeyê` an em dibêjin `me pênûs da nihî ser mêzeyê`. Çim ku demane da anîn da hînan, da înan ku hersê guhertoyên lêkerekê ne bi lêkera danihîn, danîn, danihan, danan ve têkel bûye. Da anîn bi wateya berjêr existin e, lewre danihan jî berjêr bi cih kirin e. Maneyên wan gelekî nêzî hev in lewma têkel dibin. Ev li aliyekî, li aliyê din nihîn û nan û nihan bi niûtinê ve heman lêker in nihîn teşeya lêkera arkaîk a nûjen eû nihan teşeyeke lêkere înfinitif a ku jibo tevliheviyê asê bike ye. Divê di kurdiya nivîskî de cûda bên nivîsandin wekû nihan, nihîn, niştin, hînan û anîn bi pêşbendan ve cûda bêne nivîsandin.

daanîn, da înan, danîn, da hînan hemû yek in û lêkerek transitiv ango gerguhêz e danihan, danan, daniştin gişt hevwate ne û întransîtîv ango negerguhêz e danihandin danandin tevde yeksan in û ev lêkera danihan a gerguhêz e venihan, venihîn, venan, vanîn, veniştin hemûşk wekhev in yeka negerguhêz e ranihan, ranihîn, ranan, ranîn, raniştin tev yekwate ne û lêkereka negerguhêz e rûnihan, rûnihîn, rûnan, rûnîn, rûniştin pev guhartoyên lêkerekê ne a negerguhêz e rûnihandin, rûnandin her dû jî lêkerek e ev lêkereka gerguhêz e hilnihan, hilnan, hilnîn hilniştin hemî hevmane ne û hê jî lêkereka ne gerguhêz e hilnihandin, hilnandin her du jî şêwazên lêkereka transîtîv û aktîv in ango gerguhêz û lebatî ne

Tewîn[biguhêre]

-nihîn-

Ji wêjeyê[biguhêre]

- Ka bêje dîkil axa, gelo mirîşk ji hêkê ji hêkê derketiye yan hêk ji mirîşkê. - Ji min re çi, oxlim! Ez nihandimên xwe dikim û xilas!

(Lotikxane.com, 12/2010)

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nihandin nihandin
Îzafe nihandina nihandinên
Çemandî nihandinê nihandinan
Nîşandera çemandî nihandinê wan nihandinan
Bangkirin nihandinê nihandinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nihandinek nihandinin
Îzafe nihandineke nihandinine
Çemandî nihandinekê nihandininan

nihandin

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.
    (Nimûneyekê bide) (biguhêre)

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]