neyîn

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Wate[biguherîne]

  1. kar tevger rewş yan tiştê lênehatî, kar tevger rewş yan tiştê ku ne li gora awa û bingehokên exlaqî û civatî ye û bi wî awayî di nava civatê de nayê ecibandin xweş nayê dîtin hvm "negatîf'ê ewrupî ye djm "erîn"ê kurdî û "pozitif'ê ewrupî ye "hevkarî û tevkariya digel kesên xirab tevgereke neyîn e"
  2. peyiv yan tevgereke ku nebunê yan neqebûlkirinê radigihîne dide zanîn, peyiv yan tevgereke ku nebûna tiştek yan neqebûlkirina daxwazek tiştek dide zanîn radigihîne xwediyê wê dide zanîn ku tiştek nabe yan daxwazek tiştek nayê qebûlkirin djm "erîn" "me ji sîdar pirsî ku ew dê bê semînera komelê yan na bersiva neyîn da me"
  3. kar û tevgereke ku di heqê hin kesan yan hin vêkxistinan û wd de dijkarî tê de heye, kar û tevgereke ku ji hin kesan ji hin vêkxistinan û wd re dijkar e li dijê wan e djm "erîn" "hilwesta wî zilamî di heqê komelê de her tim neyîn bûye"
  4. wek termeke rêzimanî peyvik yan tevokeke ku rewşa nebûnê dide zanîn, peyvik yan tevokeke ku mana nebûnê jê derdikeve û jê tê famkirin rewşa negatîfiyê jê tê zanîn djm "erîn" wek "nehat" "nayê" "neçû" "naçe" "negot" "nabêje" "nexebitî" "naxebite" "nebaş" "nebûyî" "nexweş" "xêrxnewaz" "bêkes" "bêyom" û wd

Wergerr[biguherîne]