negotî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

negotî

  1. (Serhedî) çawa hatiye gotin, çawa (kesekî navborî) gotiye. Rizo negotî xwezila em vê rêya kese re neçûna
  2. negoyî, refzkirî, nederbirî
    • Divê mirov di navbera komkujîya ermenîyan û Holokostê de çend ferqên sereke bîne zimên, çimkî di encama herdu komkujîyan de jî bêdengîya ecêb a ku li ser lêqewimîyan çêdibe, bala mirov dikişîne. Ev encama wêranker a hevpar, rêbaz û dînamîkên herdu komkujîyan nake yek. Newekhevîya di navbera wan de zêdetir bi sedemên kuştinê ve pêwendîdar in. Bozarslan negotî, di Holokostê (Şoah) de, herçiqas sedemên kuştinê bingeha xwe ji dîn bigirin jî, zêdetir xwe bi safbûna xwîn û nijadê ve watedar dike û guhertina dîn nabe krîterek ji bo mirov li ser nijada aryan bê hesibandin. Lêbelê, di Împeretorîya Osmanî de herçiqas armanca sûcê giştî tunekirina yên din be jî, ne di vê armancê de ye ku vê yekê di asta takekesî de pêk bîne, tunekirina koma bawermendên din ango koma mesîhî-ermenî tê armanckirin. — (Wêje û Rexne, Ömer Delikaya,"Peymana Bêdengiyê Êşa Kesên Ne ji Me; Rengvedana Jinên Ermenîyan di Zûra ya Felat Dilgeş û Bavfille a M. Alî K. de", hejmar:5 r:187)

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]