navik birîn

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

navik birîn (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: navik -bir-
RP.
Niha
ez navik dibirim
tu navik dibirî
ew navik dibire
em, hûn, ew navik dibirin
Fermanî Yekjimar navik bibire
Pirjimar navik bibirin
Rehê dema borî: navik -birî-
RP.
Boriya
sade
min navik birî
te navik birî
wê/wî navik birî
me, we, wan navik birî
Formên din: Tewandin:navik birîn

navik birîn lêkera hevedudanî, gerguhêz

  1. Benê dirêj yê bi navika zarokan ve piştî welidîna wan birîn. [1]
    • Mesela: Wekû navika kurran bi şîrî bibirin, ew kur şûrhingêv(şervan) û camêr dibî. Eger navika kurran bi qelemê bibirin, ew kur paşê ehl(xwedan) qelem û mela û katib(nivîskar) dibî. Û navikan keçan jî eger bi zêr û 'emaretê(amîrên) zêran bibirin, goya ew keçê dibite xanim û xatûn... — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. 101, ISBN 9789944360678)
    • Îro em bi rehetî dikarin bibêjin hê “navika” zimanê kurdî nehatiye birîn. Bi gotineke nermtir û bi wijdanî em dikarin bêjin navik ji aliyê Ehmedê Xanî ve hatiye birîn, zimanê kurdî bi çepikan ketiye, meşiyaye lê bi çar gavan nebeziyaye. — (Roj Xwîn, Di wêjeyê de derfetên zimanê kurdî û rewşa nivîskarên kurd [arşîv], diyarname.com31.08.2013)

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji navik + birîn.

Werger[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]

  1. Husein Muhammed, KURDÎZAR: ferhenga soranî – kurmancî:N [arşîv], zimannas.wordpress.com04.03.2016