Here naverokê

nêremê

Ji Wîkîferheng

Rengdêr 1

[biguhêre]

nêremê

  1. Kes an tişta ku saloxetên nêr û mêyan hene.
    • Ev mêşa hingiv a hem nêr û hem mê, di kewareke li daristana Girava Barro Colorado a li Panamayê hatiye dîtin. Lêkolîneran jî encamên lêkolîna xwe ya li ser vê mêşa nêremê di kovara pisporiyê Journal of Hymenoptera Research de weşand. — (07.04.2020Ev mêş hem nêr e û hem mê [arşîv], yeniozgurpolitika.net)
    • Belê; ew dê, xwîşk, met, hevjîn û keç e. Miletê ku pend û dîwaran li pêş rola jinê ava bike û mejînêr bijî, ew miletekî nêremê ye, ne dizê û ne jî vedizê. — (Merwan BerekatNE TENÊ NÎVÊ CIVAKÊ YE JIN.. JIYAN BIXWE YE [arşîv], welateme.net)
    • ji Reşo metirsin, ew nêremê ye, tiştekî peyatî bi wî re tine ye, ew weke me ye, bes simêlên xwe hene. — (Salih BozanMIRINA REŞO [arşîv], welateme.net)

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

nêr + e +

Werger

[biguhêre]

Rengdêr 2

[biguhêre]

nêremê

  1. (rêzimanî) Peyvên zayenda wan hem mê hem nêr e.
    • Tiştê ez dixwazim jê çêl ango behs bikim, ne ev rewşa hanê ye. Ev jî aloziyek e ku divê çareserî jê re bê dîtin. Ji ber ku ev ne peyvên nêtar in û lewma jî divê ku "nêremê" bin. Ji lew re, ji bo ku ji aliyê zayenda peyvan ve jî standardek, hevgirtinek, pîvaneyek pêk were, hewcedariya me biserûberkirina vê yekê jî heye. Peyvên wiha an nêr an jî divê mê bin. — (25.06.2007Zana FarqînîPeyvên ku zayenda wan nêr lê wekî mê tên tewandin [arşîv], amidakurd.org)
    • Navên duzayend (Nêremê) — (Kanîzar, Rêzimana kurdî (beşa 1) [arşîv], 2017Selîm Biçûk, hj. 15, r. 64)
    • Cînavê pevxistî, (ê) cînavekî nêtar e (nêremê ye), cihê cînavên nêrza û mêza digre. — (01.06.2006Deham EbdulfettahCînav di Zimanê Kurdî de: Kurmanciya Jorîn[1])

Hevmane

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre]
  1. ^ a b c d e f Kurmancî, Devoka Qerejdaxê [arşîv], Mahmûd LEWENDÎ, hj. 22, 1998, r. 2
  2. ^ Kurmancî, Zewac [arşîv], Lutfî BAKSI, hj. 14-15, 1994, r. 20
  3. ^ a b Kurmancî, Peyvên ji hêla Bidlîs û Wanê - II - û - III- [arşîv], Elîşêr, hj. 47, 2010, r. 2