munafese

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî munafese munafese
Îzafe munafeseya
munafesa
munafeseyên
munafesên
Çemandî munafese
munafesê
munafeseyan
munafesan
Nîşandera çemandî munafese
munafesê
wan munafeseyan
wan munafesan
Bangkirin munafese
munafesê
munafeseyino
munafesino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî munafeseyek
munafesek
munafeseyin
munafesin
Îzafe munafeseyeke
munafeseke
munafeseyine
munafesine
Çemandî munafeseyekê
munafese
munafeseyinan
munafesinan

munafese

  1. hevrikî, rikeberî, pêşbazî, pêşbirk, misabeqe, sîbaq, milmilanê, riberiz, konkurens

Herwiha[biguhêre]

Ji wêjeyê[biguhêre]

Vebûna TRT 6 wekî kanalek bi zimanê kurdî li Tirkiyeyê gaveke ku divê gavin din jî li pê xwe bîne. Bi dîtina min ev gav dê qeşaya heştê salî ji qedexekirina zimanê kurdî ku bi rengekî fermî, tund û tûj bû, bihelîne. Tê gotin ku ajandaya dewletê heye. Ne ji bo xêra kurdan e. ez jî vê dibêjim. Her ew ne ji bo çavên me ên reş e, ne jî ji bo parastina zimanê me ye. Lê bi çi awayî be dê rolek girîng bilîze.

Berî her tiştî dê rêya konkurensê (munafeseyê) li pêş medyaya kurdî veke û bihêle ku guhertin çêbibin (eger ew bi xwe spehî û baş be). Dê qedexeya li ser zimanê kurdî sist bike. Û divê em ji bîr nekin ku ev kanal ne diyariya dewletê ye ji kurdan re. Ew bi zorê hatiye meydanê. Bi xwîna hezaran keç û xortên kurd û xebateke bêrawestan ku bi dehê salan dom kiriye* . Erê wê dewlet di rêya vê kanalê re nêrîna xwe û belkî jehra xwe jî bi kurdî bibêje. Lê ne xem e. Divê mirov ji xwe bawer be û ji vê yekê netirse. Li şûna ku em kesên tê de bixebitin wekî xayîn bi nav bikin, em dikarin rê ji temaşevanên xwe yên nû re vekin û xwe pêş bixin.

(Jan Dost: TRT 6, aliyên spî û yên reş, Diyarname.com, 1/2009)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî [Peyv?]