mih

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  •  IPA(kilîd): /mɘh/ ~ /miː/
  • Jihevqetandin: mih

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mih mih
Îzafe miha mihên
Çemandî mihê mihan
Nîşandera çemandî mihê wan mihan
Bangkirin mihê mihino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mihek mihin
Îzafe miheke mihine
Çemandî mihekê mihinan
Mih û berx.
Çend mih.

mih

  1. Ajalek çarpî ye bi hirî ye û tê dotin
    • Pêşî, û paşî dubur; uz̤n-i guh; eṭrûş-i kerr
      Z̤ewb ?bihatin (helandin); z̤eneb dûv e; biraştî şewaʾ
      Şat-i pez e; ḍeʾn-i mih; meʿz-i bizin; hecm e, ker
       — (Ehmedê XanîNûbihara Biçûkan1683)
  2. (derdorên Dihokê) pezê
  3. Mirova/ê sernerm.

Hevmane[biguhêre]

Cûnên bizin û mihan[biguhêre]

  • hoş, poş: bizna têkde reş û guhboz.
  • hemis, himbis: bizna reşa navçav û alekên wê gîxên spî yan sorekî vekirî pêde hatîn û binzik û dehmen spî yan sor.
  • hemdanî: cûnekî pezîye: cûne pezekî guhdirêj û guhpan û hirîkurt û dûngşor e.
  • çûr, çûr: cûne bizneka hûr û têrşîr û mûxelek e, mûyê wê merez e, şel û şepik jê diêne çêkirin.
  • çal: bizna hemû leşê wê reş, tenê enîya wê pinîyeka spî lê..
  • kerîs, kurrîs: miha guhên wê qut û kurtik.
  • kewîs, kewîsar, kewîser: miha leşê wê spî û navçav zîwanî pinîyên reş yan sor lê û guhên wê boz. Gelek cûn jê hene
  • riser: riser:miha rengê navçavan di navbera reş û qehweyî de yan bi ser reşekî xwelîkî ve..
  • tebeş: Miha navçav û ser û guh pêk ve reng xwelîkî.
Çavkanî:
  • Îsmaîl Şahîn di Koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê de, 12/2012

Têkildar[biguhêre]

Binere herwiha[biguhêre]

Navê zanistî[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-îranî *mayšáh, ji proto-hindûaryayî *mayšás, ji proto-hindûewropî *móysos. Hevreha avestayî 𐬨𐬀𐬉𐬱𐬀‎ (maēša), sanskrîtî मेष (meṣá), partî 𐭌𐭉𐭔 (mēš), soranî , feylî mye, lekî , hewramî mey, belûçî میش (mēš), pehlewî 𐭬𐭩𐭱 (mēš), farsî میش (mīš), prûsiya kevn moasis, îrlendiya kevn. Bo guherîna Ş bi H di kurmancî de, binêre herwiha: çav / çehv, / tihnî, heyv û hîn (hîn bûn/kirin).

avestayî: maeša- ("mih")
pehlewî: meš ("mih")
farisî: meš ("mih")
belûçî: meš ("mih") ... alfabeya arî
kurdî: ("mih")
hewramî: miş ("mih")
zazakî: meşna ("mih")
soranî: merr
sanskrîtî: mešá ("mih")
rusî: mex ("çerm")
latviyayî: maiss ("çante")
lîtwanî: maišas ("çante") ...

Çavkanî: Horn p.226, MacKenzie P.122 | Pokorny: 447

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Zhuangî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

mih

  1. (malbat) dayik,