miema

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî miema miema
Îzafe miemaya miemayên
Çemandî miema miemayan
Nîşandera çemandî miema wan miemayan
Bangkirin miema miemayino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî miemayek miemayin
Îzafe miemayeke miemayine
Çemandî miemayekê miemayinan

miema

  1. mamik, zanîşk, tiştanok, çiştan, demdamk, nehênî

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Di metneke edebî de divê peyam veşartî be. Her wekî ku Çemê Murad di çileya zivistanê de di ser re qeşa bigre lê dîsan jî meriv têbigihê ku di binî re diherike. Wek mînak, di çîroka “Berxwedana Biçukekî û Azadî” de, hê di serî de meriv ji navê wê têdigihê ku qala yan jî tarîfa berxwedana piçûkekî û azadîyê dike. Ev sernav bi xwe, şîrove ye, hukumdayîn e. Û edîbê çîroka “Derd Man” jî dibêje “Di rastîyê de li herêmê jî kêm zarok ji ser xwarinê têr radibûn.” Nexwe, edîbî bi xwe muhakemeya xwe kirîye, tenê ji xwendevan re xwendin hiştîye! Her wekî ku meriv rabe wêneyê sêvekê çêbike û li binî jî binivîse, “Ev sêv e”. Nexwe, divê edîb wisan nîşan bide ku xwendevan bi xwe têbigihê. Heke ne wisan bûya dê her kes bibûna edîb, yan jî, kê çi binivîsanda dê bibûya berhemeke edebî. Ji alîyê din ve, heke di berhemê de muammayek nîn be, yan jî berhem meraq li xwendevanê xwe peyda neke, ew berhem mirî ye! — (Roşan Lezgîn: Derbarê Pêşbeziya Çîrokan a Nûbiharê de, kovara Nûbiharê, hj. 102, sala 2008, Nubihar.com)

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]