meydan

Ji Wîkîferheng
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kurdî[biguherîne]

1. cihê pehn û berfireh[biguherîne]

navdêr,

meydanek
Wate[biguherîne]
  1. qad, gorrepan, giyar, com, gom, arena, sahe, guher, bazarr,
    cihê pehn û vekirî di navbera avahiyan yan daristanan yan giran de
Bi alfabeyên din[biguherîne]
Ji[biguherîne]

hevreha soranî مه‌یدان (meydan), farisî ميدان (meydan), pehlewî mêdan, tacikî майдон (maydon), têkilî miyan (nav, navber) ya zazakî û ميان (miyan: nav, navber) ya farisî, hemû ji îranî. ميدان (meydan) ya erebî, meydan ya tirkî û azerî, meydon ya ozbekî, մեյդան (meydan) ya ermenî, მოედანი (meydan) ya gurcî, майдан (maydan) ya rûsî, ukraynî û qazaxî, μεϊντάνι (mêyntani) ya yûnanî, мејдан (mêydan) ya sirbî, mèjdān ya xirwatî, meidan ya inglîziya Hindistan û Pakistanê ji zimanên îranî hatine wergirtin. Di rastiyê de peyva "meydan" ne yekser ji zimanên îranî yên navîn (pehlewî...) ketiye zimanên îranî yên nû (kurdî, farisî...) lê peyva pehlewî "mêdan" ketiye erebî û tê de wek "m-y-dan" hatiye nivîsîn (ji ber ku "ê" di erebiya nivîskî de nîne û "î" û "y" wek hev tên nivîsîn) û paşî wek "meydan" hatiye xwendin û dû re bi forma erebî li zimanên îranî vegeriye û bi taybetî bi rêya farisî li dinyayê belav bûye. Di kurdî de paşî di hin devokan de ji "meydan" bûye "mêdan" (bide ber "keyf > kêf, Beyrût > Bêrût") lê ev nayê wê maneyê ku ew forma yekser ya ji pehlewî ye. Peyva îranî bi kirasê xwe yê ne-erebî niha wek "miyan" di farisî û zazakî de bi maneya "nav, navber" maye. Eger di kurmancî de bi kirasê îranî yê ne-erebkirî mabûya, ew ê "*mihan" bûya. Bo hin peyvên din yên bi eslê xwe îranî lê bi rêya erebî li kurdî û/yan farisî vegeriyayî, binere bo nimûne: fisteq, zendîq, cinayet, gûz (ku di farisî de di bin tesîra erebî de bûye "cûz").

Bikaranîn[biguherîne]

Lêker:

Navdêr:

Rengdêr:

[biguherîne]

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

Dil ji derba kaşowan bû parepar
Goy di meydanê dibit sed ker 'ebes
Mehdera vî suxte'î îro bikin
(Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî)

Werger[biguherîne]

2. perdaqa meyê[biguherîne]

Binere:

meydank (1)

Tirkî[biguherîne]

navdêr

Wate[biguherîne]

  1. qad, gorepan, hol, rast, himat, meydan
  2. gastîn, fêz
  3. meydan
    • savaş meydanı qada şer
    • at meydanı meydana hespan
  4. firsend, derfet