mehîn

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Bilêvkirin[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mehîn mehîn
Îzafe mehîna mehînên
Çemandî mehînê mehînan
Nîşandera çemandî mehînê wan mehînan
Bangkirin mehînê mehînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mehînek mehînin
Îzafe mehîneke mehînine
Çemandî mehînekê mehîninan
Mehîn û kurî.

mehîn

  1. hespa
    • ملزم و خرک هر دو مشار قطع برین سن ددان
      ابل و بعیر عیس و جمل ناقه جماذ او دڤه نه
      حجر مهین هم عقله مهر کری هسپه حصان

      Milzem û xirk herdu mişar; qeṭʿ-i birrîn; sinn-i didan
      Ibl û beʿîr, ʿîs û cemel, naqe cemaz̤, ew deve ne
      Ḥicr-i mehîn hem ʿeqil e; muhr-i kurî; hesp e, ḥiṣan
      (Nûbihara Biçûkan, 1683, Ehmedê Xanî)

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Bide ber[biguherîne]

Etîmolojî[biguherîne]

Hevreha soranî مایین(mayîn), zazakî mahîne hewramî mayînî, farisî مادیان‎ (mādiyān) û pehlewî mādiyān... hemû ji îranî, têkilî ma- (mak; ).

Bo H di kurdî de beramberî D di farisî û pehlewî de, bidin ber bahîv.

Herwiha bidin ber maker.

Peyva azerî madyan / مادیان‎‎, ermenî մադիան (madian) û osmanî مادیان‎ (madiyan) ji zimanên îranî hatine wergirtin.

Ji aliyê etîmolojî ve mehîn ne hevreha hevwateya xwe ya inglîzî anku mare ye.

Werger[biguherîne]

Lêker[biguherîne]

mehîn lêkera xwerû, negerguhêz

  1. (şîr bûn mast) Baştir: meyîn
  2. (dengê bizinan) Binere: mee-mee
  3. (jê kêm bûn) Binere: mehandin

Rengdêr[biguherîne]

mehîn

  1. (ji "meh"ê) Binere: mehî