meşq
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]meşq m
- rahênan, prove, tedrîb, temrîn, perwerde, fêrkirin, hînkirin, elimandin, antreman, îdman, pratîk, talîm
- Em evru nekarin biçin serê çiyayî, ji ber ku evru meşqdana Pêşmergeye.
- Em yekser çûn bîroya partiya kak Selah. Wê demê baregeha partiya wî li Beyrûtê bû. Wan kovara Rojhelat derdixist. Hin biraderên kurdên Tirkiyê, endamên ”Partiya Karkir a Pêşeng a Kurdistanê” li ba kak Selah bûn. Ez dibêjim qey ji bal filistîniyan ve meşq (perwerdeya eskerî) bi wan dihat kirin. Ez li mala kek Salah bûm mêvan. — (Kerîm Husamî: Le bîreweriyekanim, wergerrandina Zinarê Xamo, Amude.de, 3/2007)
Tewandin
[biguhêre]| Zayenda mê ya binavkirî | ||
|---|---|---|
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | meşq | meşq |
| Îzafe | meşqa | meşqên |
| Çemandî | meşqê | meşqan |
| Nîşandera çem. | wê meşqê | wan meşqan |
| Bangkirin | meşqê | meşqino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | meşqek | meşqin |
| Îzafe | meşqeke | meşqine |
| Çemandî | meşqekê | meşqinan |
Jê
[biguhêre]- meşq kirin (lêker)
- meşqî
- meşqker
- meşqkirin (navdêr)
- meşqkirî (rengdêr)
Etîmolojî
[biguhêre]
Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.