mawe

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mawe mawe
Îzafe maweya maweyên
Çemandî mawe maweyan
Nîşandera çemandî mawe wan maweyan
Bangkirin mawe maweyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî maweyek maweyin
Îzafe maweyeke maweyine
Çemandî maweyekê maweyinan

mawe

  1. heyam, dem[1], muhlet[1], çax, wext, zeman, kat, midet, dewr, çerx, esr, peryod
    Maweyê geşta min hêşta yê mayî.
    • Ez dibêm di vê maweyê de em bi hev re hinekî mezintir bûn. — (Kovara Kund, Sal 2, Jimar 6, 2019, r.8)
    • Mîmocan Li Her Derê: Heya niha bi temamî 346 beş hatiye weşandin û maweya li ser ekranê ya her beşê 20 deqîqe/kêlîk in. — (Kenan SUBAŞI: KURTEDÎROKA ÇAPEMENÎ Û MEDYAYA ZAROKAN A KURDÎ, e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi, Nisan 2017, Cilt: 9, Sayı: 1 (17), (s.107-132))
    • Li gorî tarîxên nivîsîna helbestan derdikeve holê ku Mela Ehmed helbesta xwe ya yekem di sala 1988an de û ya dawî jî di sala 2011an de nivîsiye ku ev mawe jî beramberî 23 salan tê. — (Abdurrahman Adak: Poetîkaya Helbestên Mela Ehmedê Zinarexî, Nûbihar, 138, Zivistan 2017, r. 16)
    • Di maweya van du salan de her bi hêvî bûm ku ez dê li derinan rastî wêneyên wenda yên Celadetî bêm. — (Înan Eroglu: Têbîniyek, Avesta, 2019)

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]

  1. a b Ferhenga Destî kurdî bi kurdî, Umîd Demîrhan Çapa 2yem a berfireh, r. 239, 2007
  2. a b c Zana Farqînî, Ferhenga Kurdî - Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl, 2005, r. 1181.

Soranî[biguhêre]

Formeke lêkerê[biguhêre]

mawe

  1. maye, dema borî ya dûdar ji man

Navdêr[biguhêre]

mawe

  1. heyam, dem, muhlet, çax, wext, zeman, kat, midet, dewr, çerx, esr, peryod

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî مَأْوًى(meiwa) (cih, mal, war)