lokalîze kirin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

lokalîze kirin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: lokalîze -k-
RP.
Niha
ez lokalîze dikim
tu lokalîze dikî
ew lokalîze dike
em, hûn, ew lokalîze dikin
Fermanî Yekjimar lokalîze bike
Pirjimar lokalîze bikin
Rehê dema borî: lokalîze -kir-
RP.
Boriya
sade
min lokalîze kir
te lokalîze kir
wê/wî lokalîze kir
me, we, wan lokalîze kir
Formên din: Tewandin:lokalîze kirin

lokalîze kirin lêkera hevedudanî, gerguhêz

  1. mehelî kirin
    • Kovara Bîrnebûnê ne tenê ji bo kurdên Anatoliyê, herweha ji bo kurdên parçeyên din jî bû tiştekî aşîna ku ew li ser kurdên Anatoliyê bibin xwedîzanebûneke berfirehtir. Tiştê ku em pê dizanin bi hebûna Bîrnebûnê re, gelek kurdên me yên Anatoliyê dest avêtin qelemê, jiyana xwe, çîrokên xwe, gundên xwe, hîssên xwe bi zar û zimanê xwe nivisandin û xwestin îdentîteya(kesayetî) xwe lokalîze bikin û xurt bikin. — (Kovara bîrnebûnê, http://birnebun.eu/hejmar/pdf/birnebunweb33.pdf, 17.04.2015)
    • Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê ragihand ku şewata li cebilxaneya yekîneya lêşkerî ya Ûdmûrtiyayê hatiye lokalîzekirin. Îzîn hat dayîn ku gel vegere li malên xwe. Şewatê, ku bûbû sedema teqîna guleyan, şeva îniyê rûdabû. Heta niha 60 kes jê zirar dîtine. Du mirovên temenmezin ji ber krîza dil mirin û kesekî jî bê ser û şûn e. Ji bo vemirandina agir û derxistina mayînan, robot tên bikaranîn. Bi giştî ji bo nehîştina encamên karesatê, grûpeke ji 800 kesan hatiye damezrandin û nêzîkî 170 makîne jî bi wan re ne. — (Sîteya Sputnikê, http://krd.sputniknews.com/kurdish.ruvr.ru/2011/06/03/51244091/, 17.04.2015)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji lokalîze + kirin, ji îngilîzî localise.

Werger[biguhêre]