kurhilî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

kurhilî, r-ya req

  1. kurê şûyê jinek yê ji xêzana wî ya berîn, li gora wê jinê, her wisa, kurê xêzana mêrek yê ji şûyê wê yê berîn, li gora wî mêrî. djm: "keçhilî"
    hin damarî û bamarî ji kurhilîyên xwe hez dikin, hin jî hez nakin". şrv: I- ev, peyvikeka sazber e ku, ji navê "kur" û salixnavê "hilî" hatîye sazkirin. salixnavê "hilî", bi mana "zarok, çêleyeka lawiran, xerz û gîya yan tiştekî çandî yê wek genim, ce û hwd yê ku zû gihiştîye, bi wext gihiştîye û kemilîye" bi kar tê anîn. ev salixnav, dijmana salixnavê "virnî" ye. II- eger jinek bi zilamek re bizewice û kurekî wî zilamî ji xêzana wî ya berîn hebe, ji ber ku di dema wê zewacê de ew kur heye, ji bo wê jinê ew "hilî" ye û ji wê jinê re dibe "kurhilî". her wisa, eger zilamek bi jinek re bizewice û kurekî wê jinê ji şûyê wê yê berîn hebe, ew kur ji ji bo wî zilamî "hilî" ye û dibe "kurhilî"yê wî. bnr "hilî" û "virnî"

Werger[biguhêre]