konkret

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
konkret konkrettir herî konkret
konkrettirîn

konkret

  1. berçav, sade, ne abstrakt
    • Gava ez dixwazim îro konkret Nûdemê binirxînim, ji bo min pîvana nirxandinê ev e: gelo kovara Nûdem û xwediyê wê çiqasî milet û welêt didin ber çavan û çiqasî li gora wê rewşê karê xwe dimeşînin. Di vê rewşa kambax de weşandina kovareke xwerû bi kurdî ne hêsan e. Ne ku bi tenê ne hêsan e, lê gava em dibînin ku ev kar bi tenê ji aliyê Firat Cewerî ve tê meşandin, ev karekî pir giran e û nimûneyeke nedîtî ye. Firat Cewerî bêî redaksiyon û cîgir ev deh sal in ev kar bi rêk û pêk meşandiye û ev kar ji wî re bûye rûmetek, ji me re jî bûye cihê kêfxweşî û serbilindahiyê. Bêguman ji bo meşandina karekî wisa girîng hewcedarî ne bi tenê bi pisporî, zanebûn, zîrektî û welatevîniyê heye lê hewcedarî bi îradeyeke xurt û karkirineke bi heyecan jî heye. Ev jî li ba Firat Cewerî heye û xurt e. — (Wezîrê Eşo)

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji îngilîzî concrete

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî konkret konkret
Îzafe konkretê konkretên
Çemandî konkretî konkretan
Nîşandera çemandî konkretî wan konkretan
Bangkirin konkreto konkretino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî konkretek konkretin
Îzafe konkretekî konkretine
Çemandî konkretekî konkretinan

konkret nêr

  1. beton, bilok,
    kereseyê avakirinê ya ku ji çîmentoyê û avê tê çêkirin
    • Peykersazê kurd Dilêr Kamîranî ew herdu peyker ji konkretî çê kirine û bilindahiya her yekî ji wan 230 sm. Ev herdu peyker li baxçeyekê nû, li nêzîkî pira Delalê hatine bicih kirin. — (Kulturname.com, 1/2009)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji îngilîzî concrete

[biguhêre]

Werger[biguhêre]