Here naverokê

kombers

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
kombersek

kombers m

  1. (kompûternasî, gelek nadir, purîzm) Makîneya ku bernameyên nivîsînê, Internetê, hejmartinê û hin bernameyên din tê de hene.[1]
    Hevmane: kompûter, xêvjimêr
    • Hejmara bikarhênerên kombersê, ji milyarekê derbas bû. — (2012, Osman Aslanoğlu, Ferhenga Çapemeniya Kurdî[1], →ISBN, rûpel 46)
    • Ji xeynî wan, mamoste û xwendevanên zanîngehê yên erdnigarî, kombers û pedagogiyê jî nivîsên taybet li ser platforma me ya hevpar diweşïnin - wek Memet Guneri, Ramo Gundogdu, Çepo Gewez û min - û bi vî rengî platforma me ronî dikin — (Halfetihaber.com, 6/2011)
    • Ji bo ku ekrana kombersê berevajî bibe sê bişkok divê. — (2018 îlon 9, “Ekrana kombersa Windowsê berevajî bû, çawa rast dibe”, li ser Teknistan[2])
    • Gelek westîyayî derengê şevê em zivirîn malê, min kombers vekir û li peyamên twîtêrê mêze kir. — (2015 tîrmeh 21, Rêwîyê Kal, “Tirk xew û xewnên me jî dilewitînin!”, li ser Lotikxane[3])

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina kombers
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kombers kombers
Îzafe kombersa kombersên
Çemandî kombersê kombersan
Nîşandera çem. kombersê wan kombersan
Bangkirin kombersê kombersino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kombersek kombersin
Îzafe komberseke kombersine
Çemandî kombersekê kombersinan

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji kom +‎ bers (berisandin).

Binêre herwiha

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre]
  1. ^ Ferhenga Destî, Kurdî - Kurdî, Umîd Demîrhan, Sewad, 2007., r. 217.