klîk

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî klîk klîk
Îzafe klîka klîkên
Çemandî klîkê klîkan
Nîşandera çemandî klîkê wan klîkan
Bangkirin klîkê klîkino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî klîkek klîkin
Îzafe klîkeke klîkine
Çemandî klîkekê klîkinan

klîk

  1. kom, grûp, koz, ref
    • Abdullah Öcalan li ser pirsa jahrdadayîkirina xwe rawestiya û got ku ew bawer nake dewleta tirk ew ji xwe re kiribe hedef, lê di nav dewletê de kare klîkek (grûpek) hebe ku bixwaze berê xwe bidiyê. Wî got şilayiya ku li gewriya wî peyda bûye, hîn berdewam e û çêjeka metalîk tim di devê wî de heye. Wî got ew nizane ku ew ji xwarin û vexwarinê tê ya ji avûhewaya dora giravê ye, sedem divê bê tesbîtkirin. Ew dixwaze ku heyeteka serbixwe ji bo kontrolkirina tendurustuya wî biçe giravê. Wî got ev ji bo dewletê jî baş e. Çimkî dewlet jî ê ji tuhmetan rizgar bibe. — (Netkurd.com, 4/2007)
    • Piştî wê, tevgera herî xedar a dîrokê DAIŞ hat peydakirin û dîsa pêşeng û îdeolgên wê, klîka serdest a tirk bû. — (Mem Avba, Sêgoşeya stratejîk [arşîv], xwebun.org26/04/2020)
    • Bi taybetî piştî ku siyaseta kurdî ket bin bandora aktorên siyasî klîka ku ji xwandegehên fermî yên dewletê derçûne û medreseyên kurdî berêvka îtibar û bandora xwe ya di nav xwandayên kurd de winda kir, ev vatiş hîn zaltir bû. — (FEXRIYA ADSAY, Di navbera bîranîn û bîr‘ne’anînê de - “Desteyek Ji Çîroka Jiyana Min” [arşîv], basnews.com2017)

Herwiha[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji fransî clique.

Werger[biguhêre]