kitkit
Jump to navigation
Jump to search
Kurdî[biguherîne]
Hoker[biguherîne]
kitkit
- Her yek bi carekê, ne hemû yan gelek di eynî carê de.
- Navên wan kitkit ji min re bibêje.
- Cedwelê li jêr dîyar dike bê rêzimana me ya standard dê çawa be heger em kitkit formên li jor hilbijêrin.— (Newzad Hirorî, Kurmancîya standard: Tewang û ergatîvî wek nimûne [arşîv], amude.net, 24.01.2005)
- Di dawiya Kursê de, Belgenameya Zimanî di Asta B2 de dikare bê dayîn. Wekî din kitkit pesendkirina Beşdarvan di dawiya Kursê de û Rapora Staj an –Bawername wê bê ragehandin û dayîn.— (ESF(Bingehê Civakiya Ewropî) - BAMF(Dezgeha Federal ji bo Koçberiyê û Penaberan) [arşîv], willkommen-in-schleswig-flensburg.de)
- Herwesa hindek caran navên wan kitkit di pertûk û kovara da dihatine tomarkirin, belê bo cara êkêye seydayê hêja (Şewket Şêx Yezdîn) bi dûr û dirêjî û berfirehî sebaret van pêfimerga dinivîse û elbûmek ji wênên wan pêk di îne di bîranîna Yûbîla Zêrîna peydabûna navê (Pêşmergê) li ser destê van nehinga çapkirîye.— (Şewket Şêx Yezdîn (wergêr Ebdulkerîm Findî), Yobîla Zêrîna Pêşmergeyî [arşîv], 2002, r. 154)
- (bi hûrgilî) Binêre bi kitkit.
Herwiha[biguherîne]
Hevmane[biguherîne]
Etîmolojî[biguherîne]
Werger[biguherîne]
- Inglîzî: one by one → en
- Fransî: un à un → fr
- Tirkî: teker teker → tr
[biguherîne]
Zayenda mê ya binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | kitkit | kitkit | ||
Îzafe | kitkita | kitkitên | ||
Çemandî | kitkitê | kitkitan | ||
Nîşandera çemandî | wê kitkitê | wan kitkitan | ||
Bangkirin | kitkitê | kitkitino | ||
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | kitkitek | kitkitin | ||
Îzafe | kitkiteke | kitkitine | ||
Çemandî | kitkitekê | kitkitinan |
kitkit mê
- detay û teferuat, hûrgilî
- Min xerîteke cihê jêliyan çêkiri bû û tê de tixûbên wî bi her kitkitên wî şanî da bû.— (Mele Xelefê Bafî (wergêr Dilawerê Zengî), Dîroka kelepora mîrnişîniya Botan [arşîv], Çapxaneya Emîral, Beyrûd, 2004, r. 218)
- Ji xwe di ti zimanî de denganî û nivîsandin ne lêvên yek in, û nivîsandin nikare bi tevayî li denganiya wî zimanî bê. Lewra ko kitkit û rengên denganiyê bi elfabêyê nayin nîşan kirin û li ser kaxezê sekinandin. — (Celadet Alî Bedirxan, Elfabêya Kurdî & Bingehên Gramera Kurdmancî, Nefel, 1998, r. 15, ISBN 9789197319515)
- Ew roj tevî her kitkitê, tê bîra min.— (Mehmed Uzun, Bîra Qederê [arşîv], Nefel, 2002, r. 56)
Werger[biguherîne]
- Almanî: Einzelheit → de mê, detailliert → de, detailiert → de
- Inglîzî: detail → en
- Tirkî: teferuat → tr, ayrıntı → tr, detay → tr
Rengdêr[biguherîne]
kitkit
- bi detay û teferuat, hûrgilî
- Ev mijar tesbîteke bi denganîyê ve girêdayî ye û kitkit e, hûrgilî ye; ne esasê ekola Mîr C.Bedir Xan a rêziman û rastnivîsê ye.— (Baran Rizgar, Pirs û Mijarên Zimanê Kurdî [arşîv], 2013, r. 231)
- yek bi yek
- Li çarêka yekê ji sala 2009ê, firoştina kitkit, ne ya bi kom, li Çînê 15 ji sedê rabû.— (Ferîdê Zekeriya (wergêr Lezgînê Çalî), Demên geşbûnê vegerriyan e, lê ne li Welatên Yekgirtî [arşîv], nefel.com, 29.10.2010)
Etîmolojî[biguherîne]
Jê[biguherîne]
Werger[biguherîne]
yek bi yek (2)
- Inglîzî: one by one → en
- Fransî: un à un → fr
- Tirkî: teker teker → tr