Here naverokê

kifş

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
kifş kifştir herî kifş (merkezî)
tewrî kifş (rojavayî)

kifş

  1. diyar, berçav, xuya, eşkere, averû, zelal, aşkira
    • Lê îro kifş e pir êşiyaye, kifş e heya tiştekî xirab neke jî nasekine. — (Mihemed ŞarmanPirça WindaAvesta2016, çapa 2an, r. 52, ISBN 978-605-5585-41-9)
    • Di vî halî de, navdêr li gor hejmar û zayendê paşgirên cida werdigirin. Ferqên ji hemûyan kifştir di paşgirên navdêrên pirhejmar û yên yekhejmar yên nebinavkirî de diyar dibin. — (Newzad HirorîBehdînî û kurmancî: Navdêr [arşîv], nefel.com22.08.2006-)
    • Şahiya Newroz, kîso gerî, Zêw û sersal mînakên herî kifş yên hatina Demsala Biharê û dawî hatina mercên zehmet ya Zivistanê ne. — (Hewar GabarDîroka Şano [arşîv], candname.com11.03.2016)

Herwiha

[biguhêre]

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Lê hê li uslûba berê
    kifş bibîte ji pencerê
    Bê û biçit teşbîhê ba
     — (Melayê CizîrîDîwan~1640)

Etîmolojî

[biguhêre]

Têkildarî keşf.

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

kifş m

  1. Ji bo guhertoya rastnivîsî binêre keşf.
[biguhêre]

kifş n

  1. (mil, çeng, bal, bask) Ji bo guhertoya rastnivîsî binêre kefş.