Here naverokê

kendin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

kendin

  1. kolan, kêlan, kolandin,
    ax bi merrê rakirin
    • Wate kan bi xwe xwe nikare gewheran bide der. Debê kar li ser bê kirinê. Bi gotinek dî kan fail/bikar nîne, belkû mefiûl/berkare. Peyva kan bixwe ji reh û rîşala ken wate kenden, ku bi wateya kolanê ye, peyda bûye. Bi wateyek dî kan, li binêşê da wateya kendin û kolanê dide. Lewra ku mirov debê erdê bikole kend û kolê li ser bike, kendal û kanalan jê çê ke, ta ku bigîje regeya meidenê. — (Perwîz Cîhanî: Karîn yan kanîn, Amidakurd.com, 12/2007)

Bikaranîn[biguhêre]

Bi taybetî di soranî de.

[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî: *ken- ("kendin, kolandin"), proto-îranî: *kan- ("kendin, kolandin") , avestayî: kan- ("kendin, kolandin"), farisiya kevn: kan- ("kendin, kolandin"), partî: kn- ("kendin, kolandin"), pehlewî: kan- ("kendin, kolandin"), sogdî: kn- ("kendin, kolandin"), farisî: kandan/kan- ("kendin, kolandin"), sîvendî: kand/kēn- ("kendin, kolandin") ... alfabeya arî, xunserî: kand/kan- ("kendin, kolandin"), soranî: kendin/-ken- ("kendin, kolandin"), hewramî: kannāy/kan- ("kendin, kolandin"), zazakî: kendene/ken- ("kendin, kolandin"), sanskrîtî: khan- ("kendin, kolandin")

Çavkanî: Cheung p.233

Werger[biguhêre]