Here naverokê

kalkmak

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]

kalkmak

  1. rabûn
  2. helistîn (ji rewşa rûniştî rabûn ser xwe)
    Annem yerinden kalktı, yanıma geldi.Diya min ji cihê xwe helistî, hate cem min.
  3. rabûn (derketina ji nav cihên xwe)
    İstemeye istemeye yataktan kalktım.Bi bêyî hemd û dilê xwe ji ji nav nivînan rabûm.
  4. rabûn (bi mebesta çûnê, rabûna ji cihê xwe)
    Niye kalktınız, biraz daha otursaydınız.Hûn çima rabûn, hinek din jî hûn bimana.
  5. hilbûn (bilindbûna ber bi jor ve)
    Terazinin bir gözü inince öbürü kalkar.
    Gava ku gava ku çaviyeke teraziyê rûnê ya din radibe.
  6. rabûn (birêketina wesaîtan)
    Araba saat onda kalkıyor.Erebe saet di dehan de radibe.
  7. rabûn (bi hewa ketin, firin)
    Uçak kalktı.Balafir rabû.
  8. rabûn (rabûna ji cihê xwe û çûna bi rê de)
    Bir keklik kalktı.Kerguşek rabû.
  9. rabûn (ji bo ajelan, rabûna ser piyên paşîn)
    At, art ayakları üzerine kalktı.Hesp, rabû ser piyên xwe yên paş.
  10. rabûn (di cihê pişpişîna tiştekî de)
    Masanın kontraplakı kalmıştı.Kontraplaka maseyê rabûbû.
  11. rabûn (rakirina qalpax û xemla tiştekî)
  12. rabûn (danhev û birina tiştekî)
    Harman kalktı.Debr rabû.
  13. rabûn ser xwe (başbûn û rabûna ser xwe ya nexweşekî)
    Hasta bir haftaya kadar kalkar.Nexweş nagihîje heftiyekê wê rabe.
  14. rabûn (dawîhatina li jiyana tiştekî, nemana tiştekî)
    Halifelik kalktı.Xelîfetî rabû.
  15. rabûn (rabûna ji navê, tune bûn)
    Kar kalkınca gel.Gava ku berf rabû were.
  16. rabûn (dest bi tiştekî kirin)
    Gözlüklerini takmadan okumaya kalktı.Bêyî ku berçavka xwe bide ber çavê xwe rabû dest bi xwendinê kir.
  17. rabûn (betalbûna tiştekî, derbasnebûna tiştekî)
    Yasanın bu maddesi kalktı.Xala vê qanûnê rabû.
  18. rabûn (ji tetbîqkirinê hatin rakirin)
    Sıkıyönetim kalktı.Rêveberiya awerte rabû.
  19. rabûn (ji rojevê rabûna tiştekî)
    Bu âdet çoktan kalkmış.Ev adet ji zû de rabûye.
  20. rabûn (ji rewşekê derbasî rewşeke din bûn)
    At dörtnala kalktı.Hesp rabû çargavê.
  21. rabûn (ji derekê bar kirin û çûn dereke din)
    Okul burdan kalkmış.Dibistan ji virê rabûye.
  22. rep bûn, rabûn (ji bo organê cinsî)